‘Bi rihê berxwedanê ber bi festîvalê ve’

Endama Komîteya Amadekar a Festîvala Jinan a Zîlan Dilda Roj got, ‘’Îsal ji her demê zêdetir em jinên Kurd bi rihekî ku têkoşîna enternasyonal ava kirî têne cem hev’’

Jinên ku dibêjin, ‘’Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye’ 23’yê Hezîranê li Elmanya Dortmûnê wê werin cem hev. Ji bilî Elmanyayê ji Hollanda û Belçîkayê jî jin wê tevlî festîvalê bibin ku fetîval ji hêla Bûroya Aştiyê ya Cenî ya Jinên Kurd û Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-E) ve tê organîzekirin.

Li ser festîvalê Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Dilda Roj got her sal bi dirûşmeyekê festîvalê amade dikin û dirûşmeya wan a îsal ji hêla têkoşîna azadiyê ya jinan ve berwxwedaniya Efrînê ye ku bi Kobanê re bû xwedî nasnameya gerdûnî û bû rêxistiniya hem îdeolojîk û hem jî pratîk.

Roj got, ‘’Îsal em jinên Kurd ji her demê zêdetir bi rihê têkoşîna enternasyonalîst têne cem hev. Bi encama şêwaza jiyanê ya têkoşîna hevalên Anna Campbell (Hêlîn Qereçox ) û Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) ku di Şoreşa Jinan de şehîd ketine di vê festîvalê de em dibêjin, ‘’Berevaniya li Efrînê berevniya li Şoreşa Jinê ye.’’

Roj li ser naveroka çandî ya festîvalê got li ser mijarên cuda wê panêlan çêbikin, bi platformên gotûbêjiyê, bi aqilekî hevpar hewl didin ku hişmendiyeke wiha ku cîhanê biguherînin ava bikin.

Roj diyar kir bi bernameyên çandê ew dixwazin westandina ku ketî ser hev a jinan ji ser xwe bavêjin, her çendî ji deverên cuda yên cîhanê jinên ku bi zimanên cuda diaxivin têne cem hev jî, li derdora çarçoweya lêgerîla li azadiyê ya muzîk û zimanê hunerê ew hewl didin nîşan bidin ku hevpar in. Roj diyar kir bi vê çarçoweyê wan xwest ku çanda Mezopotamyayê bi rengekî dewlemend li festîvalê nîşan bidin û ji bo vê jî Koma Dengê Xwezayê ku bi hemû zaravayên Kurdî muzîkê dike mêvanê girîng ê festivale ye. Her wiha Sena Dersimî ku bi Kirmanckî wê bistre.

Ji bo ciwanan jî Rol got Sîlbûs Tarî wê li ser dike be. Her wiha hunermenda  Ermen Yekşa û hunermenda Soran Jala jî wê performansa xwe nîşan bidin.

Koma dansê ya Elman Dou Wabohu, koma dansê ya Hîndîstanê û koma dansê ya TEVÇAND’ê jî wê rengê xwe bidin festîavalê.

Endamê Komîteya Amdadekar Roj diyar kir wê li festîvalê kon deynin û bi vê ew armanc dikin ku dewlemendiya Kurdistanê nîiaşan bidin û her wiha bale bikişînin ser komkuijyên şaristaniyê.

Ji bo berhemên bi keda jinê werin nişandan jî wê stand li festîvalê werin danîn

Di festîvalê de zarok jî nehatine ji bîr kirin û ji bo zarokan ji Italtayê komeke palyoça ya ji 5 kesan pêk hatî wê hazir be.

Endama Komîteya Amadekar Dilda Roj herî dawî got bi rasthatinyekê festîval û hilbijartina 24’ê Hezîranê ketine bara hev û got ew ê hewl bidin festîvalê bi rengê mîtîngê binirxînin.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA