Bi portreyên Dayikên Şemiyê dixwaze bibe dengê dayikan

Salîha Şanli diyar kir, bi çêkirina portreyên Dayikên Şemiyê ew hewl dide bibe dengê dayikan. Şanli got, "Nebû ku ez bêdeng bimînim û bibim hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê."

Ji Dayikên Şemiyê Salîha Şanli, li 37. Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî pêşangeheke wêneyan a bi navê "Ax Eşqa Şemiyê" vekir.

Şanli li salona 7'an portreyên Dayikên Şemiyê ye bi yek daliqand û bi vî rengî dixwaze hîn bêhtir balê bikişîne ser têkoşîna Dayikên Şemiyê. Şanli got, wê bi Dayika Şemiyê Guzel Şahîn a çû ser dilovaniya xwe dest bi portreya xwe ya destpêkê kiriye û hewl dide bibe dengê dayikan.

Şanli diyar kir, jiyana aram, aştiyane û bi hev re bi hesabdayina dema bihurî dibe û got, "Divê aqûbeta mirovên hatine windakirin were eşkerekirin. Di rewşeke wiha de ku hesabê polîtîk û exlaqî hîn nehatiye pirsîn û dayikên windayan li hestiyên zarokên xwe digerin, nedibû ku min derî, şibake û dilê xwe bigirta û nedibû bibûma hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Min hewl da bi keda xwe balê bikişînim ser mijarê û bibim dengê dayikên me."

QADA ŞEMIYÊ QADA WIJDANÊ YE

Şanli anî ziman ku beriya niha wê karê hunerê nedikir û ji sala 2012'an û vir ve li qada Galatasarayê tevî Dayikên Şemiyê têdikoşe. Şanli ragihand, Dayikên Şemiyê her kesî weke zarokên xwe dibînin û got, "Hembêza xwe li min jî vekirin. Qada Şemiyê qada wijdanê ye. Min dest pê kir ku bi dengê wijdanê xwe wêneyên dayikan çêbikim."

Şanli êrîşa ku li Dayikên Şemiyê hate kirin bi bîr xist û got, "Hefteyên dawî êrîşên giran li Dayikên Şemiyê tên kirin. Hêvîdar im ku ev pêşangeh qet nebe mala mirovan bikişîne ser mijarê û mirov karibin li ber êrîşan rabin. Dayik hestiyên zarokên xwe dixwazin, dixwazin goreke wan hebe. Dema ku min ev êrîş dît, min careke din fêhm kir bê têkoşîna me û wêneyên ku min çêkir çiqasî watedar e."