Bi keda xwe ya destan debara xwe dike

Hatîce Saygin destmalên ku bi xwe çêdike her hefte li bazarê difiroşe û debara xwe pê dike. Saygin dibêje, "Ji bilî xwe jin nikare pişta xwe bide kesî. Bixebitin û bi xwe pereyê xwe qezenç bikin."

Li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê her roja Şemiyê bazara sosyete tê danîn û gelek tişt tên firotin. Hatîce Saygin dayika 4 zarokan e, çend sal in tê vê bazarê û berhemên ku bi destan çêdike difiroşe, debara xwe pê dike. Saygin tentene, destmalên neqişandî, rûberê maseyê, alavên ji bo salonê û şujdeyên bi xwe dineqişîne û amade dike, difiroşe. Saygin pêşniyarê li jinan dike ku kar bikin.

Saygin anî ziman, gelek jinên kedkar carna ji neçarî carna jî ji kêfî ji aliyê aborî ve bi hevserê xwe ve girêdayî ne û got, "Ez jî ji aliyê aborî ve bi hevserê xwe ve girêdayî bûm. Lê belê salên dawî karê me nebaş bû. Min jî got, 'Divê ez jî bixebitim û bi xwe qezenç bikim'. Bi vî rengî bi keda destê xwe min hin berhem amade kir û firot."

Saygin diyar ki ku salên dawî wê alîkarî ji hevserê xwe wernegirtiye, debara xwe bi xwe dikin û got, "Rewşa me ya aboriyê zêde nebaş nîne, lê min fêhm kir ku azadiya aboriyê ji bo jinan çiqasî girîng e. Heta ku hêza min têrê bike ez ê kar bikim."

Saygin ji bo jinan jî got, "Çi bavê we be, çi hevser, çi jî kurê we. Dixwazin jinên li derdora wan bi wan ve girêdayî bin, ne tenê ji aliyê hestewarî ve. Ji aliyê aborî ve dixwazin jinan hewcedarî xwe bikin. Çend sal in dixebitim. Dereng jî be hesteke xweş e. Mêr girîngiya vê yekê ya ji bo jinan fêhm nakin."