Beştaş: Hêza me heye ku em desthilatdariyê rawestînin
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bangî jinan kir ku beşdarî hevdîtina jinan a di 21’ê Îlonê de ya li Edeneyê bibin.
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bangî jinan kir ku beşdarî hevdîtina jinan a di 21’ê Îlonê de ya li Edeneyê bibin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê wê di çarçoveya kampanyaya “Wiha naçe, wê jin destûrê nedin” di 21’ê Îlonê de li Parka Ataturkê li hev bicivin. Meclîsa Jinan têkildarî hevdîtinê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û jinên HDP’ê wê tevlî hevdîtinê bibin. Di civînê de Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand ser rewşa Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag.
'EM DESTHILATDARIYÊ BIDIN RAWESTÎNTANDIN'
Beştaş diyar kir ku parlamenter û hevşaredarên jin rehîn tên girtin û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê dixwaze jiyana jinan bi rê ve bibe. Em ê li dijî hemû êrîşan heta 25’ê Mijdarê li qadan bin û çalakiyan li dar bixin. Em ê di van çalakiyan de bên gel hev û em ê bibêjin ‘Ev, wisa naçe.’ Em ê desthilatdariyê rawestînin û ev hêza me heye.”
Beştaş di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku beşdarî çalakiya 21’ê Îlonê ya li Parka Ataturkê bibin.