'Berxwedana laçik spiyan qalikê faşîzmê şikand'

Hejmara meha Hezîranê ya rojnameya jinan a mehane Newaya Jin hate çapkirin.

Hejmara 171'ê ya rojnameyê bi manşeta 'Berxwedana laçik spiyan qalikê faşîzmê şikand' hate çapkirin û giraniyê dide ser berxwedana dayikên girtiyan a mehên derbasbûyî.

Rojnamevan û nivîskar Denîz Bîlgîn, çanda dayîtiyê, berxwedana laçik spiyan ku veguherî tevgerekê û encamên polîtîk ên vê berxwedanê nirxand. Bîlgîn destnîşan dike, ku çanda dayîtiyê li Kurdistanê rastiyê temsîl dike.

Çarçel Engîzek jî heman mijar nirxand û bi bîr xist, zanistî, felsefe û nirxên mirovahiyê yên serdema heyî berî hezar salî ji aliyê dayikan ve hatine kifşkirin. Engîzek da xuyakirin ku nezantî careke din li nava dewletê zindî bûye.

Munevver Azîzoglû jî balê dikişîne ser saziyên dewletê ku veguherîne mekanîzmayên tundiyê.

Der barê Zeynep Kinaci û Sema Yuce de ku ji sembolên Tevgera Jinên Kurd in, Zerya Gul şîrove-nivîsek amade kir. Di nivîsê de Kinaci û Yuce weke pêşengên şoreşa sedsala 21'ê hatin pênasekirin.

Sedem û encamên îstîsmarkirina zarokan li Tirkiyeyê û tundiya li wan tê kirin, ji aliyê aktîvîsta jinê Sara Aktaş ve hate nirxandin.

Rojda Yildirim dîrok û çanda civakî ya Sûdanê lêkolîn kir ku dema dawî bi serhildana gel kete rojeva dinyayê.

Dilar Dîrîk jî têkoşîna jinên Hindistanê lêkolîn kir û bi berfirehî vegot.

Rûhşan Bozan jî ku li Girtîgeha Gebzeyê ye der barê nêzîkatiya rêbazê ya Jineolojiyê nivîseke lêkolînê amade kir.

Di rûpela jiyana civakî de jî nivîseke bîranînê bi sernavê "Hevdîtina li serketinê" ya Nûjiyan Zel hate weşandin.

Di rûpelên Kurdî de gotarên; Bêrî Bihar bi sernavê "Çavkaniya wêjeya nivîskî wêjeya devkî", Rûken Ehmet bi sernavê "Heqîqet, wekhevî û jiyana ku bi destê jinê tê honandin" û Roza Mêrdîn jî bi sernavê "Kesên temen biçûk çîrok mezin" ji rojnameyê re nivîsîn.