'Berpirsê hejarbûna jinan AKP ye'

Wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel got Erdogan û hikûmeta wî kir ku gel û jin hejar bibin.

Wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Gzel diyar kir hejarî bêdadiya herî mezin e, kampanyaya ''Ji hejariya jinan re na' ya bi çarçoweya 'Ji bo jinan dadmendî'' ya partiya xwe bi bî xist û got, aktorê herî mezin ê hejarbûna jinan Erdogan e.

Guzel bal kişande ser pakêta tasarûfê ku ji hêla Serokkomarê Tirk Erdogan ve hatî hazkirin û got bi mantiqa, ''bila gel kêm bixwe em zêdetir bi dest bixin'' hatiye hazirkirin û got, ''Krîzeke giran a aborî heye lê dewlet lêçûnên xwe kêm nake û dîsa li ser pişta civakê û jinan dike. Bi lêçûna mehekê ya Qesrê debara bi sedan malî dikare were kirin.''

Guzel anî ser zimên ku krîza aborî û hejariya jinan di dema AKP'ê de zêdetir bûy û diyar kir, aktorê sereke yê hejarbûna jinan Erdogan û hikûmeta wî ye. 

Guzel got, ''Enflasyon û bêqîmetbûna lîreyê li ber çaan e. Ti qîmetê meaş nameye, hêza kirînê pir şikestiye. Ev pêvajo pir tesîrê li ser jinan dike. Jixwe di endeksên cîhanê de jî li gel ku enyî karî dikin jî jin kêmtir pereyan distînin, di rewşên krîzê de bandor herî pir li ser jinan dibe. Tekane berpirsê hejarbûnê desthilat e.''

Derheqê pakêta darazê ya 4'an ku li Meclîsa Tirk hatî qebûlkirin jî Semra Guzel got xala 13'an a pakêtê tecawizkaran diparêze û diyar kir AKP ji mêj ve ye tacîzkar û tecawizkaran diparêze.