Berdana çawişên pispor ên tecawizkar li Dêrsimê hat şermezarkirin
Berdana çawişên pispor ên tecawizkar li Dêrsimê hat şermezarkirin
Berdana çawişên pispor ên tecawizkar li Dêrsimê hat şermezarkirin
Jinên Dêrsimî, serbestberdana leşkerên Tirk ên destavêtin E.A. ya 16 salî li Çewlikê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.
Tevî Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinê, xebatkarên jin ên şaredariyê, aktîvîstên jin ên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî li kolana hunerê hatin cem hev.
Jinan dowîzên bi nivîsa "Ji komkujiya civakê re bese", "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye", "Deste nede bedena min", "Ji komkujiyên jinan re bese" û "Ji çanda destavêtinê re na" vekirin.
Li ser navê Navenda Şêwirmendiya Jinê sosyolog Ozlem Ûç got, "Leşkerên dewletê yên di demên cûda de dest avêtin E.A ya 16 salî, piştî lêpirsînê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Çewlikê ve hatin girtin, lê belê ji aliyê dadgehek bilindtir Dadgeha Ceza ya Asliye ya Çewlikê ve hatin berdan. Ev dadgeha bilind ku biryara serbestberdana tecawizkaran da, di heman demê de biryara nepenîtiyê danî ser dozê."
Ûç got, "Em careke din diyar dikin ku em li dijî destavêtin, destdirêjî û her şêweyên dijwariya li hemberî jinê ne. Û weke jinên Dêrsimî emê şopdarên vê dozê bin, emê ti sedemên ji bo destavêtin û destdirêjiyê werin pêşkêşkirin qebûl nekin û bi şyara azadiya civakî bi azadiya jinê dibe, têkoşîna xwe dewam bikin."
Piştî daxuyaniyê jin bi bêdengî belav bûn.