'Bejna te li azadiyê hat, azadî jî li bejna te hat'

Aktîvîsta Tevgera Jinan a Azad (TJA) Ayşe Gokkan, ji bo gerîlaya YJA Starê Turkan Yuksel ku di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd bû, nameyek nivîsand û got, "Bejna te li azadiyê hat, azadî jî li bejna te hat."

Turkan Yuksel bi nasnav Nûdem Maraş, ku demeke dirêj cihê xwe di nava têkoşîna jinê de girt û pişte tevlî nava refên YJA Starê bû, 22-28'ê Nîsana 2017'an li Şirnexê di dema operasyonê de şehîd bû.

Nameya Gokkan a ji bo Yuksel wiha ye:

"Bejna te li Azadiyê hat, Azadi jî li bejna te hat

Turkan Yuksel hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Têkoşîn li ser rûkeniya wê bû. Eger ku têkoşîn berxwedan, şoreş biaxive wê Turkan bê fêhmkirin. Jinek Kurdistanî bû, Meraşî bû. Hemû axaftina wê bi peyva 'hevrê' dest pê dikir. Pir bi biryar bû deriyê hemû astengiyan parçe kir. Deriyê malbatperestî, olperestî, nijaperestî, zayendperestî, zanistperestî û hwd. li dijî asimilasyona ku kurd, elewî jin be perçe perçe kir.

Komkujiya Mereşê bi têkoşîna li dijî nijaperestiyê watedar kir. Ji Tirkan û Sunniyan nefret nedikir û her çiqas qetlîam li ser Elewiyan jî hate kirin, wê bi zîhniyeta serdestiyê, asimilasyona red û înkarê re şer dikir. Li gel wê jineke kurd û elewî bû ew li dijî olperestî, nijarperestî, zayendperestî bû. Hêza kesî têrê nedikir ku wê ji rêya 'jin jiyan azadî û neteweya demokratîk' derxista.

Turkan di partiya siyasî de siyasetmedara kolan, taxan û malan bû. Ew ne di siyaseta burokrasiya siyasetê de bû. Bi rêxistina jinê re dijiya. Di avakirina Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (TJAD-DOKH) wekî berxwedêrekê dixebitî.

Di kampanyaya wekîlên serbixwe de 'em ê vîna jinê ji zindanan hilînin' Stenbolê rengîn kir. Roja berxwadana zindan û derve qezenc kir, dirokê li Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir. Bi dengê 'Jin Jiyan Azadi' Stenbol hejiya.

Heval Turkan ez ti carî li ser te hêsiran nabarînim. Ger ku ez hêsra bibarînim û xemgîn bibim zanibe ku dilê min pir bi te dimîne û bi jiyana te dimîne. Jiyana te her kesî hesûd dike. Xwaziya dilê min bi te, bi jiyanek rûmet e. Te hemû gotinên xwe anîn cih.

Wek jinek kurd ti car nabêjin oxir be tu jî xatir nexwaze.

Lê ez bawer nakim ti kes êdî wekî te ji  dil bêje 'hevrê'

Her ez ji gotina te ya 'Çawa ye hevrê' mahrûm bim wê jiyana min ji kêm be... Ez bawerim te gelek kes hînî ji dil bêje 'hevrê' kir.

Hevrêya azadiya jinê, hevrêya xwazeya azad, hevrêya jiyana azad, hevrêya berxwedêrên azadiyê, hevrêya têkoşerên azadiyê yên Rojhilata Navîn, hevrêya şoreşgerên azadiyê. Ez nabêjim bimîne di xweşiyê de, her dem ti di xweşiyê de ye. Keda te di têkoşîna azadiya jinê de ji bîr  nabe.

Tu li bejna xwezayê hatî
Xwazayî jî li bejna te hat
 
Ayşe Gokkan"