Çaya qaçax ku bêhnê tîne ber mirovan

"Li çiyê mirov carna gelekî dibetile. Em gilî û gazinan jê nakin, ji ber ku em li pey wateyê ne. Ya ku vê rewşa me ya betilî hê watedar dike, çaya me ya qaçax e."

Beriya ku em ji çiyayên Behdînanê dst bi meşê bikin, tîmeke gerîla ya bi me re bê xatir ji hevalên xwe dixwaze. Ji dil hevdu hembêz dike û nepêkane ku mirov vê germahiyê nebînin. Bi makîneya xwe ya wêneyan hewl didim vî wêneyî bikişînim. Ez li çiyê hî bûbûm ku hevaltiya xurt bi zor û zehmetiya dafire. Hevrêtiya di nava şer de rewşeke hê cuda ye. Gelek caran di sohbetên gerîla de em li ser vê axivîn. Lê belê ev mirovên ku dilê wan ji bo heman armancê lê dide, qet qala cihêbûn û dûrketina ji hev nakin.

REWŞA JI RÊZÊ LI VAN ÇIYAYAN NÎNE

Me dest bi meşê kir. Kom dide pêş, ez û Zenda ya di ekîba me de ye em wan dişopînin. Di meşa kaş de carna bala min diçe ser pêlava mekab a gerîlaya li pêşiya me. Ji xwe re dibêjim, çi pêvaleke îdeolojîk e. Li van çiyayan nepenîtî, wateya her tiştî heye. Qanih bûm ku li vê derê tiştekî ji rêzê nîne. Di dema meşê de pêşenga me dibêje, ku em nêzî zinarekî bûne û divê hay ji xwe hebin. Yên didin pêş, li benda hevalên din dimînin, destên xwe dirêj dikin û alîkariyê didin wan. Gerîlayeke ku destê xwe dirêj kir, bi hemû hêza xwe min hildikişîne jorê. Ev gerîlaya jin ku ji min ciwantir e, hêza wê min matmayî dihêle. Dema li vê difikirim, hinekî jî li ber xwe dikevim.

HEVAL ZÛ ÇAY BIDE SER!

Rêber dibêje cihê ku em ê xwe bigihînê kêm maye. Her kes westiya ye, lê ekîba me hê bêhtir westiya ye. Lingê me hînî van çiyayên asî nebûne. Yanî em ji hev re dibêjin, ku bêhnvedanek wê baş be. Di wê kêliyê de nuqteyek tê dîtin. Gerîlayeke ku çav li me dikeve, ber bi aliyê me ve tê. Yekser ji hevala li pişt xwe re dibêje 'Heval zû çay bide ser'. Ev çiyayî, em çûbin ku derê yekser çaydanê reş daniye ser êgir. Bawerim gelekî ji çay hez dikin. Piştî xêrhatinê, em li cihekî rûdinên. Li pêşiya me agirekî geş bûye û çaydanekî reş ê li ser dikele.

PIRSA ÇAYÊ LI BÊRÎVAN DIKIM

Di dema sohbetê de çaydanê ava tê de keliya ye, datîne cihekî û çav davêje navê. Piştre qedehan tîne. Navê gerîlaya ku çav dadigire jê dipirsim. Dibêje ku Bêrîvan e. Vê carê pirsa çaya ku gelekî jê hez dikin li Bêrîvana rûken dikim.

WATEYÊ DIDE BÊHNVEDANÊ

Bêrîvan vê bersivê dide: "Em li van çiyan, li erdê xwe bi rengekî qaçax dijîn. Tiştekî ecêb e, lê rastî ye. Ji ber vê yekê, em carna her tiştên xwe weke yên qaçax bi nav dikin. Yek ji van jî çaydamê ye. Dema em dixwestin, ji bo bêhnvedanê her tim bi me re ye. Carna li van çiyayan em gelekî dibetilin. Bi taybetî di dema şer de. Em gilî û gazinan jê nakin, ji ber ku em li pey wateyê ne. Ya ku vê rewşa me ya betilî hê watedar dike, çaya me ya qaçax e."

Min şîroveke bi vî rengî cuda ya li ser çayê qet nebihîstibû. Piştre careke din pê hesiyam ku ti tişt li van çiyayan bêwate nîne.