‘Bêdengiya we îspata hevkariya we ya sûce’
‘Bêdengiya we îspata hevkariya we ya sûce’
‘Bêdengiya we îspata hevkariya we ya sûce’
Li rexmê ku 10 meh li ser komkujiya Parîsê re derbazbûn jî hêjan nehatiye ronî kirin. Ev rewş her roja ku diçe hêrsa Kurdan zêde dike. Di çalakiya binavê “Bêdengiya we îspata hevkariya we ya sûce’ ku Tevgera Jinên Kurd li Strasbourgê pêkanî Hesen Dogan axivî û ev pirs ji Fransçios Hollande kir, “Hollandeyê sosyalîst, Rojbînê çi ji te re gotibû?”
Bertekên Kurdan ên li hemberî ne zelalkirina komkujiya 3 jinên siyasetmedar ên Kurd li Parîsê hatîn qetilkirin berdewam dike. Jinên Kurd ên li bajarê Strasbourg yê Fransayê jiyan dikin jî, dê ji niha pêve 15 rojan carekê roja Çarşemê çalakiyê pêkbînin. Dê ji niha pêve slogan bingehîn ya çalakiya Tevgera Jinên Kurd li şûna ‘Em edaletê dixwazîn’ dê ‘Bêdengiya we îspata we ya sûce’ be.
Kurdistanî û dostên wan îro di demjimêr 14’an de li ber Walîtiya Strasbourgê hatin gel hev û Hikumeta Partiya Sosyalîst (PS) û Serok Komar Françios Hollande hatin protesto kirin. Di çalakiya ku pankarta “Bêdengiya we îspata we ya sûc” bi zimanê Fransî hate nivîsîn, eleqeyek mezin dît. Balkişandin ser ku, ne ronîkrina komkujiyê îspata hevkariya sûc ya Hikumeta Fransayê nîşan dide.
‘HOLLANDE, ROJBÎNÊ ÇI JI TE RE DIGOT?’
Di çalakiyê de bavê Fîdan Doganê (Rojbîn) Hesen Dogan axivî û helwesta hikumeta sosyalîst ya nirxên xwe binpêkirin şermezar kir. Dogan bibîrxist ku, beriya keça wê Fîdan Dogan were qetilkirin hevdîtin bi Françios Hollande re pêkanî bû û bi van gotinan bertekên xwe nîşan da: “Ez bavekim û dilê min dişewite. Ez bang li Françios Hollande dikim. Ka te digot, ‘ez Fîdanê nas dikim, min bi wê re hevdîtin pêkanî bû’. Wê demê Rojbînê çi ji te re gotibû? Rojbînê ji bo te behsa mirovahiyê, aştiyê û xwişk û biratiyê kir. Rojbîn qetilkirin.”
‘TU SOSYALÎSTEK ÇAWAYÎ’?
Hesen Dogan bêdengiya hikumeta Sosyalîst şermezar kir û got, “Tu sosyalîstek çawayî Hollande? Sosyalîzm piştevanê feqîr, bindestane. Li pişt kesê zilim li ser tê kirine. Niha hûn çi dikin?”
Dogan da zanîn ku, pêwîste komkujî were ronî kriin û kujer jî hesabê bidin. Dogan bilêv kir ku, “Ma dema qatîl bêne ceza kirin dê êşa me xilas bibe? Na. Lê belê herî kêm dê êşa me hinekê kêm bibe, sivik bibe.”
Dogan anî ziman ku, li rexmî vê bêdengiyê û bendêmayîna edaletê jî, nûçeyên derbarê dizê ku ketî mala dadgerê doz dişopan de fikran zêde dike.
Piştî daxuyaniya Fransî ya di çalakiyê de hate xwedin û derbarê komkujiyê de agahî dan, Serokê Komeleya Dostên Kurdan Elsase Bernard Revollon axiftinek kir. Revollon bibîr xist ku, dema pirsgirêka Kurd bû mijara gotinê hemû berjewendiyên navnetewî dikevin dewrê û bang li hikumeta Fransayê kir ku, dosyaya komkujiyê qurbanî têkiliyên bi vî awayî neke.
Di çalakiya ku nêzî 50 Kurdistanî û Fransî beşdarbûn de bênavber sloganên “Em hemû Sakîne, Rojbîn û Leyla ne”, “Bimre faşîzim” qîr kirin.
Li aliyê din jî Tevgera Jinên Kurd ên li Strasbourgê ragihand ku, ew dê ji niha û pêve 15 rojan carekê çalakî pêkbînin û berpirsyartiyên hikumeta Fransayê bibîr bînin. Fîdan Dogan (Rojbîn) ku 9’ê Çileyê hate qetilkirin li Strasbourgê jiyan dikir û li vir tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd bibû.
Jinên Kurd dê roja Înê jî li Qada Kleberê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan kombikin. Çalakî dê di navbera demjimêrên 14 û 17’an de pêkbê.