Bayik: Pergala Hevserokatiyê serketina tevgera jinê ye
Bayik: Pergala Hevserokatiyê serketina tevgera jinê ye
Bayik: Pergala Hevserokatiyê serketina tevgera jinê ye
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Jinê êdî bi kotayan nayê sînorkirin û got, "Pergala hevserokatiyê hamleya azadiya jinê li hemû cîhanê derdixe asteke pêştir. Ji ber vê yekê pergala hevserokatiyê ji hêlekê ve jî serketina tevgera jinê ye."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, der barê modela hevserokatiyê de ji ajansa JINHA’yê re axivî.
Bayik wiha got: “Çawa xet, tevger û îdelojiya azadiya jinê ya Serok Apo bandor ne tenê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê li ser hemû Rojhilata Navîn û jinên cîhanê kiribe, çawa di xeta azadiya jinê de wekî rûpelekî dîrokê yê nû, serdemeke nû dabe destpê kirin; pergala hevserokatiyê jî hamleya azadiya jinê li hemû cîhanê derdixe asteke pêştir. Pergala hevserokatiyê asteke nû îfade dike. Divê mirov vê pergalê wekî tenê di saziyekê de wekheviya jin û mêr an jî hevpariya karekî negire dest. Serok Apo pirsgirêka jinê di ser hemû pirsgirêka de digire. Bi bingehên dîrokî raxistiye ber çava ku pirsgirêkên civakî yên sereke bi desteseriya li ser jinê destpê kiriye. Ji ber vê yekê pirsgirêk ne tenê jin e, temamê civakê eleqedar dike. Çareseriya hemû pirsgirêka jî bi çareseriya pirsgirêka jinê ve girê dide. Ji vê hêlê ve azadiya jinê beriya hemû azadiya digire dest.”
'DÊ ÊDÎ LI HER QADÊ JIN HEBE'
Bayik diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya jinê êdî bi kotayan nayê sînorkirin û wiha pê de çû: “Rêber Apo ji bo xeta azadiya jinê dibêje ‘xebata min a sereke ya destanî.’ Êdî asta ku tevgera jinê gihîştiyê bi kotayan nikare were sînorkirin. Divê di hemû qadên jiyanê de bêyî tu hincetî jin cih bigire. Ji bo vê jî Rêber Apo pergaleke bi vî rengî esas girt. Bi vê pergalê jinê çeperek girt ku êdî kes nikare li tu qadê civakî jin li derve bê hîştin. Êdî li her derî dê jin hebe û li hemberî zihniyeta mêr a desthilatdarî raweste. Ev di xeta azadiya jinê de şoreşeke mezin e.”
Bayik daxuyakirin ku biryara di her qadê de pergala hevserokatiyê bê ava kirin hamle û rastiyeke Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan e û wiha axaftina xwe dewam kir: “Bi pergala hevserokatiyê êdî em baştir fêm dikin bê jinên kurd çiqas bi ruhekî fedaiyane bi Rêber Apo ve girêdayî ne.” Bayik bal kişand ser asta Tevgera Azadiyê ya Jinan jî û wiha got: “Ger tevgera jinê îro ne di vê astê de bû ya ne mumkun bû ku pergala hevserokatiyê bihatana pêşniyarkirin û pratîzekirin. Ji ber vê yekê pergala hevserokatiyê ji hêlekê ve jî serkeftina tevgera jinê ye. Serok Apo dema gavekê davêje naxwaze ew gav vala here. Gavên xwe dema zanibe dê bikeve meriyetê davêje. Yanî bi Serok Apo re gotin û kirin, gotin û pratîze kirin bi hev re dimeşe. Dema tiştek got teqet dê bikeve pratîkê. Pergala hevserokatiyê jî em dikarin di nava vê rastiya dîrokî de binirxînin."
'DI RÊVEBERIYA PKK Û KCK'Ê DE HEJMARA JINAN A MÊRAN DERBAS KIRIYE'
Bayik wiha axaftina xwe dom kir: “Serok Apo di nava rêxistinê de tenê kotaya jinê nexiste meriyetê, bandora jinê ya di nava rêxistinê de jî zêdetir kir. Di nava rêxistinê de ne kotaya jinê kotaya cinsî hebû. Di encama vê de jî di hin rêveberiyan de hejmara jinê ji hejmara mêr zêdetir bû. Îro di Meclisa Partiyê ya PKK’ê de, di Konseya Rêveber a KCK’ê de hejmara jinê hejmara mêr derbas kiriye. Bi vî awayî di nava rêxistinê de kota tenê ne di rêveberiyê de hejmara jinan zêde kiriye her wiha bandora jinê ya di nava rêxistinê de jî derxiste asta herî jor. Ji ber vê yekê Rêbertî vala negotibû PKK partiya jinan e.”
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku asta ji hêla jinê ve Rêbertî afirandiye tu kes nikare înkar bike û wiha got: “Li gund, navçe û bajarên Kurdistanê, li nava gerîla êdî rastiya jinê nikare were înkar kirin. Wekî Serok Apo dibêje xwedawendên zalim ên di mîtolojiyê de jî nikarin vê rolê înkar bikin. Hin derdor di hin mijaran de dema Rêber Apo û Tevgera Azadiyê rexne dikin dema mijar tê ser jinê disekinin qala vê mijarê nakin. Dixwazin bandora PKK’ê ya li ser civakê veşêrin. Lê çibikin bila bikin ev rastî nikare were înkar kirin.”
GUHERÎN GIRÎNGE
Bayik bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergala hevserokatiyê di serî de din ava rêxistinê de daye dest pê kirin û wiha got: “Em vê guherînê girîng dibînin. Dîsa ev pêşketineke tevgera me ye.”