Bavê Arslan: Amed hemû bi ser min de hilweşiya

Alî Riza Arslan ê ku hestiyên kurê xwe Hakan Arslan di nava kîsekê de girtibû, anî ziman ku ew ne li benda tiştekê wiha bû û got: “ Wê gavê Amed hemû bi ser min de hilweşiya. Lê ez çi bikim, kes nîn e ku dengê min bibîhîze.”

Hestiyên Hakan Arslan ê 2’yê Kanûna 2015’an li navçeya Sûrê ya Amedê di şerê rêveberiya xweser de şehîd bû, piştî 7 salan di nava kîsekekê de radestê bavê wî kiribûn û bertekên li hemberî vê nêzîkatiyê mezintir dibin. Li dijî vê pêkanîna dermirovî Baroya Amedê gilî kir û bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan ji ANF’ê re axivî û tiştên qewimî kurt weke “Xala ku gotin lê bi dawî bû” anî ziman.

Arslan diyar kir ku ji bo ew bigihije cenazeyê kurê xwe, 7 salan di nava hewildanê de bûye û got ku cenazeyê kurê wî di Sibata 2021’î de ji Sûrê hatiye derxistin, ji wir birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û 9 mehan li wir hatiye hiştin.

‘AMED BI  SERÊ MIN DE HILWEŞIYA‘

Arslan da zanîn ku bi taybetî ev salek û nîv e zêde zehmetî kişandine û wiha axivî: “Cara yekem testa DNA’yê hat kirin. Ji bo kar û barê otopsiyê 9 mehan li ATK’ê hat hiştin. Di dawiya vê pêvajoyê de ez hatim Edliyeya Amedê. Piştre rayedarek ê hestiyên kurê min di nava kîsekê plastîk de radestê min kir. Ez ne li benda tiştekê wiha bûm. Amed bi serê min de hilweşiya, kurê min ê ku ger bijiya wê niha 28 salî bûya, di nava qutiyekê de radestê min kirin. Min hingê bi zorê bi xwe girt. Nayê bîra min ku ez çawa çûm Erziromê jî. Çi bibêjim, ez hilweşiyam lê tu kes dengê me nabihîze, gotin bi ber min nakeve ku ez bibêjim.“

Bavê Arslan diyar kir ku dema hevjîna wî ev rewş bihîstiye nexweş ketiye, rakirine nexweşxaneyê û serûm dane û got ku niha ne li şînê ye lê raketiye.

WÊ GILIYÊ DOZGER BÊ KIRIN

Parêzerê malbata Arslan Ferhat Kilinç jî amadekariyê dike ku di der barê Dozgeriya Komara Amedê de yê ku cenazeyê Hakan Arslan di nava kîsekê de radestî bavê wî kiribûn, gilî bike.

Parêzer Kilinç diyar kir ku ji bo ew bigihîjin cenaze, 7 sal in di nava hewldanê de ne û got ku dozger qanih kiriye û bi polîsên taybet re çûye herêma qedexe, erd hatiye kolandin lê negihiştine cenazeyê Hakan Arslan. Kilinç anî ziman ku piştre li ser nûçeyek a di rojnameyekê de derketiye aqûbeta cenazeyê Arslan hatiye zanîn û wiha pê de çû: “Em di wê qeneetê de ne ku li Sûrê di herêmek a bermahî dihatin derxistin de, cenaze ketiye ber kemçeyê. Di nûçeyên derketin de agahî hebûn ku di tasa serî yê cenaze de, şopa guleyê hebû. Hîna ez negihame rapora otopsiyê lê dema ez gihiştimê, ez ê di vê mijarê de giliya pêwist bikim. Ji ber ku îdia û îspatek di derbarê endamtiya rêxistinê ya Hakan Arslan de nîn e. Li gorî dosyayê sivîlek e ku jiyana xwe ji dest daye.”

‘HÎNA RAPORA OTOPSIYÊ NEGIHAYE BER DESTÊ ME’

Kilinç destnîşan kir ku 9 mehan cenaze di ATK’ê de hatiye hiştin û ev yek ji ber  nêzîkatiya dozger qewimiye û îşaret pê kir ku tevî di nûçeyan de jî derketiye di hestiyê serî yê Arslan de şopa guleyê hatiye dîtin, lê kar û barên otopsiyê yên pêwist nehatine kirin. Kilinç bi lêv kir ku dozger destpêkê maye li benda encamên DNA’yê yên ji dê û bavê Arslan hatine girtin û piştre ji bo otopsiyê cenaze şandine ATK’ê û hîna jî rapora otopsiyê negihîştiye ber destên wan.

Kilinç, qala sedema du caran girtina encamên DNA’yê yên ji dê û bav kir û ragihand ku ji Sûrê gelek cenaze hatine derxistin û di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de, bi malbatên din re encamên DNA’yê yên dê û bavê Hakan Arslan hatine dayîn, lê ji ber ku di wê demê de hîna cenazeyê Arslan nehatiye dîtin, hevgirtin çênebûye. Kiliç destnîşan kir ku di sala 2021’î de jî lêpirsîneke cuda hat kirin û got: “Divê di nava wê dosyaya lêpirsînê de encama DNA’ya bav bihata dayîn. Lê mixabin ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane û nasnameya wan nehatine aşkerekirin yan jî kesên hatine kuştin, li Tirkiyeyê bankayek a DNA’yê nîn e, ji ber wê yekê ji bo her dosyeyek a hatiye vekirin divê testên DNA’yê yên cuda cuda bên kirin û mijareyeke qanûnî jî nîn e.”

‘HESTÎ BI KÎSEKÊ RADEST KIRIN‘

Kilinç destnîşan kir ku divê cenaze bi darbestê radestê malbatê bihata kirin û wiha got: “ ATK’ê belgeya mirinê daye lê belgeya sewqkirinê nehatiye birêkûpêkkirin. Di rewşên wiha de peyde kirina wesayîta neqilkirinê karê şaredariyê ye. Di şertên asayî de hestiyan dibin morgê, datînin ba kesê erkdar û dihêlin ku malbat biçe dozgeriyê. Malbat, belgeya mirin û sewqê ji dozgeriyê distîne û ji şaredariyê daxwaza wesayîtê dike û bi vî awayî cenaze ji aliyê malbatê ve di nava 24 saetan de tê veşartin. Lê ev tişt nehatine kirin. Bi fermana dozger hestî xistine kîsekî emaneta edlî û radestê malbatê kirine.“

Di dawiya axaftina xwe de Kilinç got ku kirineke wiha li dijî wijdanê mirov e û da zanîn ku ew ê giliyê dozger û meqamên edlî bikin.