Başaran: Em ê dakevin qadan û dengê xwe yê têkoşînê bilind bikin

Berdevka Meclîsa Jinê û Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin wê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û dengê xwe yê azadî û têkoşînê bilind bikin.

Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ANF'ê re axivî. Başaran bal kişand ser bandora neyînî ya şewbê ya îsal û destnîşan kir ku li gel vê yekê li Tirkiyeyê siyaset bêhtir tund bûye, di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên ewlekarî û şer bi giranî tên meşandin, mîlîtarîzm xwe bêhtir bi rêxistin dike û li her cihî zayendîperestî û tundiya li jinê veguheriye qirkirina jinê.

Başaran anî ziman ku rojê du, sê jin bi tundiya mêr tên kuştin û ragihand, dewlet û desthilatdarî li şûna ku pêşî li kuştina jina nbigire, mîna ku tiştekî wiha nîne hewl dide binixumîne. Başaran destnîşan kir ku desthilatdarî bi taybetî têkoşîna jinê ji xwe re dike hedef, tundiya mêr li nava civakê teşwîq dike û diyar kir ku di rewşeke wiha de desthilatdarî hewl dide şewbê ji bo xwe weke firsendê bi kar bîne û jinê li her qadê tecrîd bike.

Başaran bal kişand ser kampanya 'destpêkê edalet' a HDP'ê û dstnîşan kir ku li cihê edalet lê nîne, azadî û demokrasî jî lê nîne. Başaran bi bîr xist ku pêwîstiya herî mezin a civakê bi edaletê heye û got, "Mebesta me ji edaletê ne gotin û nêta desthilatdaran e. Qada edaleta demên berê dikim. Edaleta ku ji bo her kesî wekhev e û hevsengiya rasteqîn diafirîne. Lê mixabin li Tirkiyeyê bêedaletiyeke mezin heye."

Başaran diyar kir, jinên ku jiyanê diparêzin, hewl didin têkoşîna jinê xurtir bikin tên girtin, bi rengekî tazî lêgerîn li wan tê kirin, dibin hedefa kiryarên xerab û got, "Her wiha em zanin ku li Kurdistanê destavêtin weke amûreke şer tê bikaranîn. Nabe ku ev hemû ji hev cihê bên nirxandin. Ji ber vê yekê li dijî edaleta mêr, me dest bi kampanya ji bo edaleta rasteqîn kir."

Başaran diyar kir ku li gel zext û zordariyê, têkoşîna jinan astengî yek bi yek ji pêşiya xwe rakir û destnîşan kir ku 8'ê Adarê nîşaneya vê dîroka têkoşînê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Başaran got, "Di vê 8'ê Adarê de mîna her 8'ê Adarê wê jin dakevin qadan û dengê xwe yê têkoşîn û azadiyê geş bikind bikin. Ji ber ku pêwîstiya me ya herî mezin, mezinkirina raperîn û xurtkirina têkoşînê ye."