Başaran: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Divê em tifaq û piştevaniya xwe mezin bikin." Başaran bal kişand ser tecrîdê û got, "Divê pêşî bê vekirin ku Abdullah Ocalan karibe biaxive."

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk a serdema nû, bi mijara tifaqa demokrasiyê, êrişên li ser destketiyên jinan, tecrîda li Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û 8'ê Adarê civîneke online li dar xist.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî tevlî civînê bû û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destpêkê axivî.

Başaran bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Rewşa girtiyên nexwşe ne kêmî kiryarên salên 1980'î ye. Li girtîgehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdarî li dijî girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê dimeşîne."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Başaran destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demeke dirêj e tecrîdkirî ye û got, "Tecrîd nîşaneya nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e. Desthilatdariyê piştî sala 2015'an ku bi MHP'ê re tifaq kir, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd danî aliyekî. Bi şer, înkar û polîtîkaya asîmîlasyonê xwest pirsgirêkê çareser bike. Tecrîd hatiye kûrkirin. Demeke dirêj e li gel hemû bangan jî destûr nayê dayin ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Desthilatdarî bi sorkirina neteweperestiyê hewl dide bi tecrîdê li ser piyan bimîne. Bi daxuyaniyên têkildarî Birêz Ocalan li raya giştî têne kirin, dixwazin manîpulasyonê bikin. Madem gotineke Birêz Ocalan heye, wê demê divê pêşî lê bê vekirin ku karibe bi xwe bêje. Ji ber ku em zanin ku desthilatdariyê tecrîd kirine amûrek ji şerê psîkolojîk. Hem me hem jî parêzeran bang kirin. Me got ku divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Desthilatdarî ji bo kûrkirina siyaseta xwe hewl dide tevlîheviyê di nava gel de çêbike. Di vê demê de divê em dengê xwe bilind bikin. Tecrîd ne tenê li ser Ocalan e, li ser tevahiya civakê ye. Bi tecrîda girankirî re tundiya li dijî jinê hatiye zêdekirin û fatûreya herî giran a şer li jinê hatiye birîn."

8'Ê ADARÊ

Berdevka Meclîsa Jinên HDP'ê Ayşe Acar Başaran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û got, "Yek ji rojên ku zîhniyeta bi serweriya mêr jê ditirse 8'ê Adarê ye ku em lê li hev kom dibin... Em jin li qadan li hev dicivin. Divê em tifaq û piştevaniya jinê mezin bikin."