Başaran: AKP li leşkerê tecawizkar xwedî derdikeve

Berdevaka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başran got AKP li leşkerê tecawizkar Mûsa Orhan xwedî derdikeve.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li ser leşkerê Tirk ê tecawizkar Mûsa Orhan ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema kuştina wê û li gel vê jî hate berdan got,''Bi rêya çapemeniya nêzî desthilatê û ji berdevkên desthilatê em dibînin ku li Mûsa Orhan xwedî derdikevin.  Em baş dibînin ku her roj hin nivîs têne nivîsîn ku Îpek Er sucdar dikin, ti nema ye ku wê sûcdar nîşan bidin, Mûsa Orhan mexdûr nîşan didin têne nivîsin, rêxistiniya vê tê kirin.''

Başaran got ji ber ku tecawizkar leşker e vê bi xwe re polîtîkaya cezanekirinê aniye û got, ''Em dibînin ku nasnameya faîl mertalê wî ye û wî diparêze. Wî gotibû, 'tiştek bi min naye', di dosyayê de li gel ku sûcê wî berbiçav e jî Mûsa Orhan hate berdan. Ji peywirê hate îxraçkirin lê em dibînin ku bi rehetî vê vîna kirina vî sûcî didomîne.''