Baraşar a HDP'î: Rewşa dadgeriyê bi êşe
Parlamentera HDP’A Êlîhê Ayşe Acar Başaran têkildarî doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî û diyar kir ku xwestin ku li girtîgenê bidarizînin, lê hevseroka wan destûr nede vê yekê.
Parlamentera HDP’A Êlîhê Ayşe Acar Başaran têkildarî doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî û diyar kir ku xwestin ku li girtîgenê bidarizînin, lê hevseroka wan destûr nede vê yekê.
Doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li salona Kampusa Sergirtî ya Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Yuksekdag çardin nehat tehliye kirin. Piştî biryarê Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkildarî biryarê li ber seriyê salonê daxuyanî da çapemeniyê.
Di dema Başaran daxuyaniyê da de polîsan nehişt welatî û parêzer nêzî parlamenterê xwe bibin. Başaran diyar kir ku Yuksekdag tevlibûnê dozê şermezar û biryara tevli dozê nebe da. Başaran da diyar kir ku dadgehê xwest doz li girtîgehê bê dîtin, lê heverokê wan destûr neda vê yekê.
Başaran anî ziman ku rewşa pergala dadgehê ya li Tirkiyeyê pir bi êşe û wiha got: “Kesên ku ji serê sibêde hatîn vê derê hemû heqaret lê hatin kirin. Li vê derê mafê me yê civînê jî hat xespkirin. Em wateya vê yekê baş dizanîn. Nexwestin gelê me li pişt wê bisekinin. Ji be ku berê gel xwedî Yuksekdag derket, doza wê anîn vê derê. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Li gel hemû hewldanan emê xwedî Yuksekdag derbikevin.