Banga ji bo 1’ê Tîrmehê: Bila hemû jin dakevin kolanan

Koma Kampanyaya Enqereyê ya Peymana Stenbolê bang li hemû jinan kir ku bila di 1’ê Tîrmehê de dakevin kolanan.

Koma Kampanyaya Enqereyê ya Peymana Stenbolê ji bo 1’ê Tîrmehê bang kir. Di 1’ê Tîrmehê de wê desthilatdariya AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê peymanê rake. Koma kampanyayê li avahiya Şaxa Egîtîm-Senê ya Nimreya 5’an daxuyanî da.

Rêveberiya ÎHD’a Enqereyê Dîlek Yildiz diyar kir ku dema jin mafê xwe yên civîn û meşê bi kar tîne, şîddeta li ser wan zêde bûye. Yildiz bal kişand ser vî tiştî ku gefên kuştin û tecawizê li jinan tê kirin. Yildiz got “Di 1’ê Tîrmehê de em ê ji bo Peymana Stenbolê li kolanan bin û li hemberî şîddeta dewleta mêran jî wê serhildana me bidome.”

Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû jî got “Em ê dev ji peymanê bernedin.  Ji ber ku bi têkoşînê me bi dest xist. Peymana Stenbolê hemû kesan ji şîddetê diparêze. Jin bi hev re xurt in û em ê Peymana Stenbolê bidin domandin.”