Banga Cenevreyê bi KJK'ê re hevdîtin kir - BI DÎMEN E -
Banga Cenevreyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi KJK'ê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de tedbîrên KJK'ê yê ji bo rakirina zayendîperestiya civakî, hatin nirxandin.

Seroka Banga Cenevre ya Neteweyen Yekbûyî Elîsabeth Decrey Warner, ji bo tedbîrên Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ên ji bo ji holê rakirina zayendîperestiya civakî ya li zemînên rêxistinî, civakî û siyasî hîn bibe, bi Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) re hevdîtin kir.
Di hevdîtina bi beşdariya Hevseroka KCK'ê Besê Hozat û endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim de, rewş û bûyerên li Bakurê Kurdistanê hatin nirxandin.
Hevseroka KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku cudahiya bingehîn a tevgera azadiyê ya jinên Kurd ji tevgerên din ew e, ku zayendîperestiya civakî ya sîstema bi serdestiya mêr a 5 hezar salî afirandiye û şîdeta li dijî jinê, weke encamê dinirxînin. Hozat destnîşan kir ku ji bo ji holê rakirina vê encamê, divê sedemên şîdet û zayendîperestiyê werin nirxandin û li gorî vê nêzîkatiyek bê nîşandan.
Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim jî anî ziman ku ji bo ji holê rakirina şîdeta li dijî jinê bi tenê cezakirina kiryaran têrê nake û da zanîn ku weke tevger ew xwedî nêzîkatiya ji holê rakirina zîhniyeta bi serdestiya mêr a 5 hezar salî ne.
Warner jî ragihand ku wan li gelek herêmên cuda yên cîhanê bi gelek tevgerên têkoşîna çekdarî dimeşînin re hevdîtin kirine, lê belê hem ji aliyê ji holê rakirina zayendîperestiya civakî, hem ji aliyê tevlîbûna wekhev a jinê li mekanîzmayên biryardayînê, hem jî di warê têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê de standartên tevgera jinên Kurd, ji standartên navînî gelekî bilindtir in. Warner destnîşan kir ku asta civakî û siyasî ya KJK'ê di vî warî de xwe gihandiye, ji bo tevgerên din ên li cîhanê, mînak e.