‘Aydenîz îradeya me ye, kes nikare dest bide îradeya me’

Li Mêrdînê pêvajoya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz hate protestokirin.

Rêxistina DBP’a Mêrdînê ji bo protestokirina rapora ku Komîsyona Amadekar a Meclîsê ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz amade kiribû, daxuyaniyek da. Çalakî li pêşiya avahiya DBP’ê hate kirin. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay jî tevlê çalakiyê bû.

Hevserokê DBP’ê ya bajêr Veysî Parilti diyar kir desthilatdarî li hemberî îradeya Meşa Gemlîkê şaş maye.

Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir wekî carê desthilatdariyê di dema Meşa Gemlîkê de jî astengî derxistine pêşberî wan.

Gunay diyar kir rakirina parêzbendiya Aydenîz tê wateya ku wê polîs li kolanan êşkenceyê bike û bala mûxalefetê kişand ser vî tiştî.

Gunay diyar kir desthilatdariya AKP’ê bi darbeyên siyasî li ser xwe ye û got “Salîha Aydenîz îradeya jinan û îradeya Amedê ye. Salîha Aydenîz îradeya Kurdan û bi milyonan kesan e. Kes nikare êrîşî îradeya wê bike. Em ê heta dawiyê bi hevala xwe re bin û piştgiriyê bidin Aydenîz.”