Avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa

Polîsên Tirk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa.

Polîsên Tirk avêtin ser Komelay Jinan a Rosa. Polîsan derî şikandin, bi vî rengî ketin hundir, lêgerîn kirin û dest danîn ser ewraqên qeyidkirî hemûyan.

Komeleya Jinê ya Rosa li ser hesabê medya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir, "Di vê demê de ku tundî li jinan tê kirin, komeleya me ji roja ku ava bûye û heta niha bêrawestan xebitî û têkoşiya. Em vê bêhiqûqiya ku li dijî komeleya me tê kirin qebûl nakin. Em ê li ber siyaseta zext û tunekirinê ya sîstema serdest a mêr a li dijî destketiyên jinan û têkoşîna jinan serê xwe netewînin û têkoşînê hîn bi xurtî bidomînin. Em bang li saziyên jinan hemûyan dikin ku piştgiriya Rosa bikin. Hevalên me yên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan."

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN

Di opeasyonên qirkirinê de kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Narîn Gezgor, li Amedê jî endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya û aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê berê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ozlem Gunduz, Hevserokên HDP'ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP'ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê Kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn hatin destgîrkirin.