Armanca jinên ji Bakurê Sûriyeyê mezin e

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li gel êrîşan jî rêxistinbûna xwe xurt kirin û sala 2018'an bi têkoşîneke mezin derbas kirin, li dijî gefên dagirkeriyê bi armancên mezin dest bi sala 2019'an kirin.

Sala 2018'an ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem ji aliyê berxwedanê hem jî di warê rêxistinbûn û sazîbûnê de saleke girîng bû. Li gel armancên xwe yên xweser, her wiha bi hedefa lidarxistina Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn a bi pêşengiya Kongreya Star dest bi sala 2019'an kirin.

AMADEKARIYA JI BO KONGREYA JINAN A ROJHILATA NAVÎN

Berdevka Kongreya Star Evîn Swêd diyar kir, ku sala 2019'an ew dixwazin karên Kongreya Star û rêxistinbûna jinan hîn berfireh bikin û got, armanca wan a bingehîn lidarxistina Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn e.

Swêd ragihand, di vê çarçoveyê de wê piştî demeke kin komîteya amadekar ava bikin.

Evîn Swêd bi bîr xist, mîna sala 2018'an ew bi gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest bi sala 2019'an dikin û got, "Jin û gelê me yê li Efrînê bi feraseta 'em dikarin bê zarok bin, lê nikarin bê ax bin' li ber xwe dan. Li herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê jî, nêzîkatiya jinan û gelê me bi vî rengî ye. Ji bo azadiya Efrînê û vegera gelê me yê li Şehbayê li cih û warên xwe, israr û biryardarî heye."

DESTKETIYÊN JINAN YEK E

Evîn Swêd got, bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, niha qala projeyên bi pêşengiya jinan û azadiya jinê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê tê kirin û wiha dewam kir: "Gelê Rojava 20 salan pê re ma. Kongreya Star wê sala 2019'an çalakiyên xwe hemûyan ji bo azadiya Rêber Apo bike. Destketiyên me jinan hemû yek e. Êrîşên li jinan an jî li tevgereke jinan yek e."

Evîn Swêd diyar kir, êrîşên li ser Efrînê raxist pêş çavan ku jin hemû yek in û got, "Ji bo parastina şoreşa jinê, jinên li dinyayê dengê xwe bilind kirin. Sala 2019'an em ê şoreşa xwe hîn bêhtir bi ser bixînin. Ev yek soza me li şehîdên me yên jin û şehîdên me hemûyan e."