'Em sala 2020'î bikin sala serketinê, tevlî xeta azadiya jinê bibin'

Amed: Dema ku sala 2019'an bi rengekî rast û xurt bê nirxandin, wê bê dîtin ku şerê azadiyê yê jinan koletiya jinê ku hîmê bingehîn ê şaristaniya serdestiya mêr e red kir û li ber sîstema dewlet û desthilatdariyê rabûn.

Endama Meclîsa PAJK'ê Koçerîn Amed sala 2019'an ji aliyê jinê ve nirxand û bal kişand ser karakterê sala 2020'î.

Amed ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku sedsala 21'ê wê bi têkoşîna azadiyê ya jinê diyar bibe. Amed got, "Ji têkoşîna femînîst jî wêdetir em di nava pêleke nû ya têkoşînê de ne ku tenê bi têkoşîna maf û azadiyê nikare bê bisînorkirin. Têkoşîna azadiyê ya jinê potansiyela ji nû ve avakirina têkoşînên civakî derdixîne holê. Modernîteya demokratîk bi rengînî, coş, muzîk, xeml, dans, îrade û hişmendiya xwe tê. Hewldanên faşîzmê yên ji bo avêtina hin gavan divê jinan nexapîne, divê nexe nava rewşeke bêhêvî. Her ku potansiyela jin û gelan derkeve holê, her ku sîstem veguherî îradeyeke siyasî, wê êrişên faşîzmê di ser partiyên rastgir re zêde bibin."

JINAN PÊŞENGÎ JI TÊKOŞÎNA SALA 2019'AN RE KIRIN

Amed ragihand ku di sala 2019'an de li dijî tundiya êrişên dewletê yên ji bo teslîmwergirtina îradeya civaka Kurd bi pêşengiya jinan çalakî hatin kirin û got, "Kurdistan ku bi berxwedana rojiya mirinê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest bi salê kir, bi biryardariya sekna fedayî ya ji bo têkbirina tecrîdkirina Rêber Apo bû moraleke mezin. Encama herî girîng a vê çalakiyê ew bû ku biryardariya serketina berxwedanê ya li dijî faşîzmê careke din nû bû. Di vê pêvajoyê de her wiha bi pêşengiya dayikên Kurd çalakiyên jinên Kurd hatin kirin ku dewlet xiste nava panîkê. Hêzên emniyetê yên Tirk li pêşberî dayikan bêçare man. Tevî êrişên cihê şermê dayikan gav paşde neavêtin. 8'ê Adarê îsal jî bi qîrîna azadiyê ya jinên Kurd derbas bû. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' deng veda. Vê biryardariya têkoşînê bandor li 21'ê Adarê cejna meya vejîna neteweyî jî kir. Jinan bi rengên kes, sor û zer û bi tilîliyên xwe qadên 21'ê Adarê tijî kirin. Di asteke ku kes ne li bendê bûn Newroz pîroz kirin. Bi bandora grevên birçîbûnê, çalakiyên 8'ê Adarê û 21'ê Adarê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê pêk hatin. hilbijartin ji gelek aliyan ve dikarin bê nirxandin, lê belê aliyekî xwe yê taybet ewe ku di demekê de ku faşîzma AKP-MHP'ê li dijî civaka Kurd polîtîkaya teslîmwergirtinê dimeşîne pêk hat, lewma veguherî mîna referandûmê."

Amed destnîşan kir ku li gorî encamên hilbijartinên 31'ê Adarê li qadên ku berxwedana xwerêveberiyê hate kirin civak bi biryardarî li nirxên xwe bû xwedî û nîşan da ku paşve gav neavêje.

Amed got, "Tevî vê yekê jî 15 şaredariyên ku hêzên siyaseta demokratîk bi dest xistin ji wan re nehatin dayin. Li Tirkiyeyê ku şer li dijî Kurdan tê meşandin, piştî hilbijartinê şaredarî hatin desteserkirin û dagir kirin. Ev êrişên dagirkeriyê hîn jî dewam dikin. Di vê hilbijartinê de eşkere bû ku di afirandina hişmendiya welatparêziyê û jiyana azad de rola jinan mezine."

Amed ragihand ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê sala 2019'an bû saleke ku lêgerîna azadî û guheritnê ji bo jinan pêk hat û got, "Jin pê hesiyan ku di her qada jiyanê de ne azad in û hişyar dibin."

'EM SALA 2020'Î BIKIN SALA SERKETINÊ, TEVLÎ XETA AZADIYA JINÊ BIBIN'

Ji bo sala 2020'î jî Amed destpêkê got ku ew hêvî dike sala nû bibe saleke azadiyê û li jinan hemûyan pîroz kir.

Amed bal kişand ser şerê ku dewlet li dijî gelan dimeşîne ku hîn jî dewam dike û got, "Ji bo dewamkirina 'sîstema heyî' her roj planên nû dike, hesabên nû dike. Ji ber vê yekê divê jin hîn bêhtir fêhm bikin, nîqaş bikin, parve bikin û xwe bi rêxistin bikin.

Şerê Dinyayê yê 3'emîn ku li Rojhilata Navîn diqewime wê di sala nû de jî dewam bike. Ji xwe li ti devera ku dest pê kir bi encam nebû. Berevajî, dibe ku hîn bêhtir belav bibe. Şer pêwîstiya bi ewlekariyê bêhtir dixin rojevê. Ji ber ku qirkirin, komkujî, krîz di nava vê rewşa şer de belav dibin, pêk tên. Di dema şer de yên ku herî zêde êriş li dijî wan tê kirin jin in. Di nava şer de komkujî li jinan tê kirin. Ji ber vê yekê xweparastin beriya her tiştî tê. Di serî de Bakurê Kurdistanê divê jin li her deverê karên xweparastinê bi rengekî lezgîn bimeşînin. Ji bo parastinê jî pêwîstî bi rêxistinbûn û zanebûnê heye. Bêyî van berxwedana li dijî êrişan nabe. Lewma li Bakurê Kurdistanê divê berxwedana rêxistinbûyî ya jinan bê xurtkirin.

Di sala 2020'î de jî wê êrişên dijminatiya li jinan û Kurdan dewam bikin. Di nava salê de divê di her astê de berxwedan li her qadê bê birêxistinkirin, ji qada siyasî ya demokratîk heta zindanan û qada civakî di her karî de divê jin ên ciwan derfetên herî biçûk jî binirxînin û sekneke welê nîşan bidin ku dijmin têk bibin. Çiya ji xwe wê vê bike.

Li ser vê bingehê em bi hesreta mezin a ji bo Rêberê xwe bixebitin, sala 2020'î veguherînin sala serketinê û tevlî xeta azadiya jinê bibin."