Aktîvîstên DOKH’ê gihan Mêrdînê
Aktîvîstên DOKH’ê gihan Mêrdînê
Aktîvîstên DOKH’ê gihan Mêrdînê
Jinên DOKH’ê biboneya protesto kirina xirabkirina Şehîdgeha Egîd Sûrûç ya li Çiyayê Bagokê ku ji Amedê meşiyan, gihan Mêrdînê.
Leşkerên artêşa Tirk di 2’ê Îlonê de Şehîdgeha Egîd Sûrûç ya gorên gêrîlayên PKK’ê û HPG’ê lê ne xirab kiribû, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo şermezarkirina vê nêzîkatiyê ku duh ji Amedê dest bi meşê kiribûn gihan Mêrdînê.
Jinên ku ji bo kontrolkirina nasnameyan li Qereqola Cendirmeyan ya Aksû hatibûn rawestandin, piştî ji kontrolê derbazbûn gihan Mêrdînê. Hevgirtiyên DOKH’ê û rêveberên BDP’ê pêşwaziya jinan kir.
Çav lê ye jin sibe ber bi Nisêbînê ve bimeşin.