AKP ji ber ‘hesasiyeta pêvajoyê’ beşdarî civîna jina nebû

AKP ji ber ‘hesasiyeta pêvajoyê’ beşdarî civîna jina nebû

Lijneya Meclisa Bajarê Wanê ya Jina bi majara beşdarbûna jinê li siyastê komxebata 2 rojî lidarxistin. Rêxistina Jinên AKP’ê ya Wanê vexwedîbûn vê civînê lê ji ber sedema ‘hesasiyeta pêvajoyê’ beşdarî civînê nebûn.

Lijneya Meclisa Bajarê Wanê ya Jina bi majara cihê  jinê di siyasetê de û beşdarbûna jinê li siyasetê komxebata 2 rojî lidarxistin.

Komxebat li otela Aktamarayê pêkhat û di komxebatê de Endamê Rêberiya Lijneya  lobiya NY’ê ya jina  Îlknûr Ustun, serokên şaredaran, gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sifîl û rojnamevan amadebûn.

 Di komxabata ku wê du rojan berdewam biki de, wê ev mijarên henê bên xîrxandin; cudaxaziya li himber jinê, jin, siyast, nûnertî û astengiyên li pêşiyê, di hilbijartinên herêmî de heyîna jinê, rêxistinbûyîna jinê û piştgiriya jinê, beşdarbûna jinê di siyasetê de rola jinê, di siyasetê de temsîla jinê û beşdarbûna wê û bandoriya wê li ser aştiyê wê bên nîrxandin.

Şaxê Rêxistina Jinên AKP’ê ya Wanê ji bo civînê hatibûn vexwedin lê belê bi hinceta “hasasiyeta pêvajoyê” ya Navenda Giştiya AKP’ê beşdarî komxebatê nebûn.

Wê danezana civînê di rojên pêş de bê diyar kirin.