Şideta li ser jinan li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Li bajarê Dîûsbûrg a Elmanyayê şidet û qetlîamên li ser jinan hate protestokirin.

Çalakiya ku ji Meclîsa Jinan a Şehîd Asya ve hate organîzekirin li Averdûnkplatezê hate lidarxistin, alên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa û pankarên ku şideta li ser jinê protesto dikin hatin vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Ji şideta li ser jinê re na’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hate qîrkirin. Dîsa axaftin hatin kirin û desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve jî şarmezar kirin.

Çalakî bi banga ku tevlî çalakiya roja Şemiyê bibin ve bi dawî bû.