Şîdeta li jinê: Wê li firoşgehên agahdarkirinê were vekirin

Li Fransayê ya ku şîddeta li ser jinan gelekî zêde ye, wê li firoşgehan jî xizmeta şêwirmendiyê were dayîn.

Li Fransayê di sala 2019’an de 146 jin ji aliyê hevjîn, partner an jî hevjînên xwe yên berê hatin qetilkirin. Di sala 2020’an de jî 90 jin ji ber heman cînayetan hatibûn kuştin. Bi qedexeyên şewbê re şîddeta li ser jinan û zext zêde dibe.

Li welat tê diyarkirin li ser herî kêm 200 hezar jinan şîddet tê kirin û ji bo agahdarkirinê be jî ji piştgiriyê mehrûm dimînin. Ji xeynî xeta şîddetê ya 3919 gelek komele, saziyên alîkariya civakî ji bo pêşîlêgirtina jinan û agahdarkirinê xizmetê didin.

Ji par heta niha li welat li gelek bedesten û mixazeyan bi navê ‘Agahdarkirina Jinan’ buroyên nû hatin vekirin.

Li Bordeaûxê jî li bedestena Merîadeckê buro hate vekirin. Tê diyarkirin ku wê ev buro heta dawiya salê vekirî be.

Li gorî berpirsa buroyê Anne Canalesê di nava 7 mehan de 166 jinan serî li wan dane.  Par ji bo çend mehan ev buro hatibû girtin lê li gorî planan wê heta dawiya salê vekirî be. Tê diyarkirin ku li Fransayê heta niha li 20 bedestenan buroyên wisa hatine vekirin.

Canales diyar dike ku armanc ne ev e ku ew şûn saziyên alîkariya ji bo jinan bigirin, armanca wan ev e ku ew karibin têkiliya pêşîn saz bikin.