Şervanên YPJ’ê: Kî êrîşî destkeftiyên Kurdan bike wê têk biçin

Şervanên YPJ’ê yên ku di Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin, dest bi paqijkirina mayînan ji gundê Baxozê kirine. Şervanan anî ziman ku wê heta serkeftinê têkoşîn bikin.

Di berdewamiya pêngava Bagera Cizîrê de 2 roj berî niha gundê Baxoz hatibû rizgarkirin, piştî rizgarkirina gundê Baxoz niha jî operasyona paqij kirina gund ji mayîn û bermahiyên çeteyan hatiye destpêkirin.

Yek ji şervanên YPJ’ê yên ku bi çekên giran di nava vê operasyonê de cihê xwe digirin axivî û wiha qala operasyonê kir: “ Em pir bi coş tevlî pêngavê bûn û me serkeftineke mezin bidest xist. Niha hevalên me operasyona paqij kirinê berdewam dikin. Em ê hemberî dewleta Tirk û DAIŞ’ê heta dawî tekoşîn bikin. Her kesê ku dijminahiya gelê me dikin wê bi tekoşîneke mezin yên şervanên azadiyê rû bi rû werin û têk biçin.”