BI DÎMEN

Şervanên YPJ’ê 8’ê Adarê bi heybet pîroz kirin

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Reqayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kantona Reqayê bi boneya 8`ê Adarê çalakiyek li dar xist. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn û gelek fermandarên din tevlî bûn.

Di çalakiyê de şervanên YPJ`ê toreneke leşkerî li dar xist. Dûre endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohlat Efrîn axivî û ev roj li tevahî jinan pîroz kir û got: "Jinan di têkoşîna li hember terora DAÎŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker de roleke girîng lîst. Ne tenê herêm parast, lê belê jinan seranserî cîhanê bi dirûşma `Jin, jiyan, azadî` parast."

Dûre endamên Fermandariya Giştî ya YPJ`ê gul li şervanên YPJ`ê belav kirin û di nava kolanên bajarê Reqayê de heta Çerxerêya El Neîm meşiyan ku li wir YPJ`ê sala 2017`an rizgarkirina Reqayê ji DAÎŞ`ê ragihandibû.

Li çerxerêyê fermandariyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê mezin bikin heta ku welatekî azad bi dest bixin.