Şervanên YJŞ’ê li Reqayê ne

Şervanên YJŞ’ê yên ku îro ragihandin ku ji bo tola jinên Êzidî hilînin, beşdariya xwe ji Pêngava ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirina Reqayê re dikin, gihîştin Reqayê.

Îro sibehê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiribûn ku, wê şervanên wan tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibin.

Li ser vê yekê, komek ji şervanên YJŞ`ê ji Şengalê berê xwe dan Reqayê. Li gorî agahiyan ji çavkaniyên herêmê, şervanên YJŞ`ê gihîştin Reqa û ji aliyê şervanên YPJ û YPG`ê ve hatin pêşwazîkirin.

Ji Fermandarên YPJ`ê ku pêşwaziya şervanên YJŞ`ê kir, axivî û destpêkê bi xêrhatina wan kir û got:”Bi beşdarbûna şervanên ji axa pîroz Şengal a di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, wê armanca me ya tolhildana jinên axa pîroz bigihêje encamê”.

Piştî pêşwaziyê, şervanên YJŞ`ê berê xwe dan eniyên pêş ên şer ên Reqayê.