Şervanên Jin ên Şengalê tevlî Pêngava Reqayê bûn

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) destnîşan kir, ku wê li Reqayê tevî YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şer bikin.

Fermandariya Giştî ya YJŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, wê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cih bigirin.

Daxuyanî di malpera fermî ya YJŞ'ê de hate weşandin û wiha hate gotin:

"Weke ku tê zanîn, piştî fermana 3'ê meha 8'an, bi hezaran jinên Êzidî êsîr ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Gelek ji wan li bazara Mûsilê hatin firotin, gelek jî birin Reqa û bajarên din.

Weke artêşa jinên Êzîdxanê YJŞ, me bi şiyara; hilanîna tola jinên Êzidî û azadkirina jinên êsîr xwe bi rêxistin kir. Li ser vê bingehê, me soz da ku ji bo hilanîna tola jinên di fermana 2014'an de hatin kuştin û ji bo rizarkirina jinên Êzidî yên êsîr hatine girtin, em ê şer û têkoşîna xwe bidomînin.

Ne tenê li Şengalê, weke ku me soz da, li ku derê jinên Êzidî yên êsîr hatine girtin hebe, em ê li wir têbikoşin.

Weke ku tê zanîn, ev demeke dirêj e li Reqayê bi navê 'Cenga Mezin' pêngav hatiye destpêkirin. Yên ku heta niha destek dane jinên Êzidî û li her qadê piştgiriya YJŞ'ê kirine, hêzên parastina jinê yên Rojava YPJ ye. Weke YJŞ û jinên Êzidî, em ê li kêleka YPJ'ê cihê xwe di vê Cenga Mezin de bigirin. Weke jinên Êzidî armanca me ya sereke rizgarkirina jinên êsîr hatine girtine.

Em dizanin, ku ji bo em wan azad bikin û jiyaneke bi ewle ji wan re bafirînin, li benda me ne. Ji vî alî ve jî em xwe berpirsyar dibînin. Ji bo rizgarkirina jinên êsîr hatine girtin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe hewl bidin. Lewma bi coşeke mezin, bi berpirsyariyeke mezin em rêwiyên Reqayê ne. Di vî warê de çi wezîfe bikeve ser milê me em ê hilgirin. Em zanin, ku hêvî û bendewariya wan em in.

Li ser vê bingehê em careke din dibêjin; li ku dibin bila bibin, ji bo azadiya jinên bindest û yên êsîr hatine girtin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û têbikoşin. Em ê ala têkoşînê ku me ji şehîdên axa pîroz girtine her tim bilind bikin û li ser vê esasê li her qadê li dijî koledarî û dîlgirtinê şer bikin."