Şervana YJŞ’ê di encama lehiyê de şehîd bû
YJŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Arya Zekî dema li ser erka xwe bû, ji ber barana zêde ku bû sedema lehiyê şehîd bû.
YJŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Arya Zekî dema li ser erka xwe bû, ji ber barana zêde ku bû sedema lehiyê şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Jinên Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 15’ê Adara 2023’yan de ji ber barana zêde li gelek gund û bajarê Şengalê lêhî rabû. YJŞ’ê got; “Di encama lêhiyê de şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) Arya Zekî dema ku li ser erka xwe bû bi lêhiyê re rû bi rû hat. Piştî lêgerîna 2 rojan cenazeyê şervana me hat ditîn.”
Berfirehiya daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:
“Wek tê zanîn civaka me ya Êzidî di 73 fermanan re derbas bûye. Di sala 2014‘an de rastî îxanet, qirkirin û komkujiyeke mezin hat. Di vê fermana ku bi destên çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin bi hezaran jin hatin kuştin û dîl hatin girtin û revandin, bi hezaran jin di bazarên koleyan de hatin firotin. Ji bo vê ev ferman wekî fermana li ser jinê hat pênasekirin. Yên ku herî zêde ji fermana 2014’an para xwe girtibûn jinên Êzidî ne. Vê carê jî rastî hovîtîya herî mezin ya dîrokê rû bi rû mabûn û li hemberî vê rewşê bê parastin hatibûn hiştin.
Jinên Êzidî ji bo ji fermana re bibin bersiv, tola gel û jinên ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê hilînin, ji bo xwe rêxistin bikin, hêza xwe ya bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) ava kirin. Jina Êzidî ya ku xwe bi rêxistin kir, kêlî bi kêlî li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û tola xwe hilandin. Ji ber vê jî keçên Êzidî bûn xwedî hêz û di roja me ya îro de hêza jinên Êzidî gihişt hezaran.
Hevrêya me Arya Zekî jî, yek ji wan sedan keç û xortên Êzidî bûn ku di 2018’an de dema dewleta dagirker a Tirkiyê mamê civaka Êzidî Mam Zekî şehîd dixe, berê xwe dane nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ). Hevrêya me Arya, navê mamê civaka Êzidî dike paşnavê xwe û soza xwe dide gel û xaka xwe. Arya bi wî temenê xwe yê ciwan, dibe xwedî lêgerîneke pir mezin ya jiyaneke azad. Dilê şervana ciwan her tim ji bo azadiyê lêdida. Arya şerkeriya û dilwêrektiya xwe ji mamê xwe yê şehîd Şêx Xeyrî digire. Arya Zekî her tim di nav hevalê xwe bi dilnizmiya xwe û sadebûna xwe ve dihat nasîn û wê bi wî rengî jî di dilê hevalên xwe de were jiyîn.
Weke hevrêyên wê em di serî de ji malbata xwe ya hêja û tevahiya malbatên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin bîranîn şehîdên me wê bi azadiya xaka me û gelê me mîsogerkirina wê be.
Nasnameya hevrêya me wiha ye:
Nasnav: Aryen Zekî
Nav û paşnav: Neam Xidir
Navê dayîk û bav: Kamo – Xidir
Cih û dîroka dayîkbûyînê: 2004, Şengal, Xeyalê
Dîroka tevlîbûyîna: 2018, Şengal
Cih û dîroka şehadetê: 15.03.2023, Şengal"