'Şer û jiyana di oxira azadiyê de rûmet e'
Gerîla Milîtan Heqî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir, di nirxandineke xwe de ya berî şehîd bikeve gotibû, şer û jiyana di oxira azadiyê de rûmeteke.
Gerîla Milîtan Heqî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir, di nirxandineke xwe de ya berî şehîd bikeve gotibû, şer û jiyana di oxira azadiyê de rûmeteke.
Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de heta niha bi hezaran ciwanan canê xwe feda kirin. Yek ji van fedaiyan jî Milîtan Heqî (Ahmet Yavûz) bû.
Ahmet Yavûz sala 1997'an li navçeya Bismil a Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz, dilsozê çand, ax û dîroka xwe mezin bû. Lewma hîn biçûkanî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kir û kesayetiya wî jî bi vî rengî ava bû. Li gel ku li dibistanên sîstemê perwerde wergirt jî fêhm kir ku ev perwerde nabe bersiv ji lêgerînên wî re. Dît ku ji bo jiyaneke dûrî nasnameya xwe û lîberal sîstem her tiştî pêşkêşî wî dike, lê belê ev yek ji bo Ahmet nedihat wateya tiştekî. Ji xwe dijmin bi salan bû ev jiyan li Kurdistanê ferz dikir. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ku dawî li vê jiyana ferzkirina dijmin anîn, li şûna vê yekê jiyaneke bi wate pêşkêş kirin. Lewma Ahmet êdî kete nava lêgerîna li jiyaneke nû û bi wate.
Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li ser Rojava dest bi êrîşê kirin, hestên neteweyî yên Ahmet mîna volkanekê keliyan. Bi taybetî şerê her kesî yê ji 7 heta 70 salî gelekî bandor lê kir. Ji xwe pirsî ku ji bo parastina van mirovên bêguneh û welatê xwe dikare çi bike? Li gel ku dilsozê partiyê bû û hin kar dikir jî ev yek têrê nedidît. Wijdanê wî zor dida wî ku gavên hîn mezin biavêje. Ji ber vê yekê jî guh da dengê aqil û dilê xwe û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di 27'ê Mijdara 2014'an de ber bi azadiyê ve gav avêt. Di rojeke salvegera damezrandina partiyê de, ku Cejna Vejînê ya gelê Kurd bû, tevlî bû û navê Milîtan Heqî li xwe kir. Hevrê Milîtan gavên xwe yên destpêkê yên ber bi meşa şoreşê ve li Metînayê avêt û tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû, piştre jî beşdarî pratîkê bû. Weke ku xwe gihandiye jiyana ku bi salan bi hesreta wê bû, ji dil û can bi hezkirineke mezin tevlî kar bû. Hîn di roja destpêkê de dema ku çand û exlaqê gerîla dît, zanîbû ku gihîştiye armanca xwe. Hevrê Milîtan bi perwerdeyê li ser felsefeya Rêber Apo kûr bû, li gel jêhatîbûn û tevlîbûna xwe ya bi kedkarî, her wiha bi wêrekî, bi biryar û ji xwe bawer dest bi meşa azadiyê kir.
Piştî perwerdeya şervanên nû sê salan li ser xeta sînor karê pratîkî kir, bi taktîkên cuda beşdarî gelek çalakiyên serketî bû û li gel gelek şehîd û lehengên Kurdistanê li dijî dijmin şer kir û derbên giran li dijmin xist. Ji ber vê yekê jî her gava ku şehadeta hevrêyekî xwe dibihîst li hemberî dijmin hêrsa xwe zêde dikir û dixwest tevlî wezîfeyên hîn giran bibe. Heval Milîtan fêhm kir ku fedaîtî ne tenê pêkanîna çalakiyan e, fedaîtî beriya her tiştî di kesayetî û jiyanê de tê kirin. Ji ber vê yekê jî bi fedakariyeke mezin tevlî her karî bû. Di pêvajoyên dîrokî de û di demên ji êrîşên herî giran ê dijmin de li gorî fedaîtiyê tevgeriya. Êdî li her qadê li pêşberî hevalên xwe berpirsyariyên xwe yên pêşengiyê û fermandariyê bê qisûr bi cih anî.
LI KURDISTANÊ FEDAÎ GELEKÎ ZÊDE NE
Hevalê Milîtan bi sekna xwe ya fedaî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt û fedaîtî bi van gotinan pênase kiribû: "Şerkirin, jiyan û mirina di oxira azadiyê de rûmeteke. Her kes nabe xwedî wê şensê ku vê yekê weke fedaiyekî bike. Em dikarin her tiştî qebûl bikin, em dikarin parçebûna bedena xwe jî qebûl bikin, lê belê jiyaneke bê rûmet em ê ti carî qebûl nekin. Ji ber ku em zanin bi şehadeta xwe têkoşîna me hîn mezin dibe û hîn bêhtir em nêzî azadiyê dibin. Em fedaiyê gel û Rêberê xwe ne." Hevalê Milîtan bi qasî kûrbûna xwe ya li her qadê, li ser hevrêtiyê jî kûr dibe. Bi taybetî bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo re dibe yek. Lewma xwe li pêşberî jinan û xwezayê deyndar dibîne. Ji sekna gerîlayên jin hêzê werdigire. Ji ber vê yekê jî di rêya azadiyê de hevrêtiyeke xurt bi hevalên jin re datîne.
HETA NEFESA XWE YA DAWÎ ŞER KIR
Milîtan ê wêrek ku di her pêvajoyê de derbên giran li dijmin xist, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên medyayê sala 2022'an berê xwe da qada Metînayê. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê tevlî berxwedana destanî bû û giraniya pêvajoyê bi van gotinan anîbû ser ziman: "Rastiya pêvajoyê û tecrîda li ser Rêbertî li ber çavan e. Bersiva Rêber Apo û ya her fedaiyekî ya li pêvajoyê ji bo min mînak e. Ji ber vê yekê divê em dijmin bibin ber lingê Rêbertî. Mirov çiqasî êrîşî dijmin bike ewqasî jî bi ser dikeve. Ji ber vê yekê heta azadiya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Hevalê Milîtan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di 16'ê Mijdara 2022'an de li gel hevrêyên xwe Nejwan Mêrdîn û Serxwebûn Baz li Girê Şehîd Pîrdoxan li hemberî dijmin çalakî kir û di encamê de 14 leşkerên Tirk hatin kuştin, 6 çeper jî hatin îmhakirin. Hevalên Milîtan, Nejwan û Serxwebûn ku di encama vê çalakiyê de bi giranî birîndar bûn, ji bo dîl nekevin destê dijmin bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û tevlî nava karwanê nemiran bûn. Hevalê Milîtan ku bû ronahiya rêya fedaîtiyê heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû.