Însiyatîfa Femînîst: Bila wezîrên YE’yê biçin serdana Guven

Partiya bi navê Însiyatîfa Femînîst a Swêdê, pêşniyar kir ku delegasyoneke ji wezîrên Yekîtiya Ewropayê pêk tê, biçin serdana Leyla Guven a 120 roj zêdetir e di grevê de ye. 

Berdevka partiyê ya Berpirsyara Polîtîkayên Li Dijî Nijadperestiyê Carmen Blanco Valer û berdevka Polîtîkaya Derve Jamie Gomez, di derbarê berxwedana grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên de daxuyaniyek parve kir. 

Daxuyanî di rojnameya rojane ETC’ê de bi sernavê “Tevkariya bi Leyla Guven û girtiyên siyasî re” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumeta Erdogan bi rêk û pêk mafên Tirkên mûxalîf û gelê Kurd binpê dike. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Guven ji 7’ê Mijdarê heta niha di grevê de ye û hate gotin, “Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev binpêkirina Peymana Mafê mirovan a Ewropayê ye. Ne tenê binpêkirina mafê kesekî, ya tevahiya gelê Kurd e. Ev feraset, xizmet ji çareserkirina pirsgirêka Kurd nake. 

Valer ve Gomez, diyar kir ku tenduristiya Leyla Guven di asteke gelek krîtîk de ye û hindik maye ku dîtin û bihîstina xwe winda bike, ango di navbera jiyan û mirinê de diçe û tê. 

Valer ve Gomez diyar kir, “Înîsîyatifa Femînîst, ji tenduristiya Leyla Guven û girtiyên din bi fikar e. Lewre em ji hikumeta Swêdê dixwazin ji bo ku mafê mirovan a girtiyan bixe bin garantiyê de ji hêla dîplomatîk de her cure amûrê bikar bîne û divê delegasyoneke ku ji wezîrên welatên ewropayê pêk tê biçe serdana Leyla Guven.”