ÎHD'ê li ser 'Şîdeta li jinê ya li Kurdistanê' raporek eşkere kir

Şaxê Amedê yê ÎHD'ê rapora xwe ya li ser şîdeta li jinê ya li Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser şîdeta li jinê ya navbera 25'ê mijdara 2017 û 23'ê Mijdara 2018'an a li Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Bi vê armancê li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Rêvebera Şaxê ÎHD'ê ya Amedê û endama Komîsyona Jinê parêzer Deryan Yildirim daxuyanî da. Sekretera Giştî ya Şaxê ÎHD'ê û endama Komîsyona Jinê Yuksel Aslan Acer jî daneyên di raporê de eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gelek cureyên tundiyê; tundiya zayendî, çandî, psîkolojîk, fîzîkî û mobbîng li jinê hatiye kirin û hate gotin, polîtîkayên dewletê li şûna ku pêşî li tundiyê bigirin, hîn bêhtir rê li ber tundiyê vekirine.

Di daxuyaniyê de işaret bi girtina saziyên jinan ên bi Rewşa Awarte re hate kirin û girtina rêveberên jin, avêtina ji kar, lêgerîna bi rengekî tazî li girtîgehan û kiryarên xerab hatin bibîrxistin.

BÎLANÇO

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tundiya li jinê, kuştin û birîndarkirina jinê 6 mehên dawî zêde bûne û ev agahî hatin dayin: "Di navbera salên 2012-2016'an de hejmara mirina bi guman a jinan zêde bûye. Wekî din, di navbera salên 2012-2016'an de 33 jin bi rengekî bi guman hatine kuştin. Birîndarî û mirina jinan a ji ber tundiya li nava malbatê jî li gorî salên berê zêde bûye. Bi taybetî piştî sala 2014'an tundiya li jinê û kuştina jinan gelekî zêde bûne."

Li gorî raporê, di navbera 25'ê Mijdara 2017 û 23'ê Mijdara 2018'an de li Bakurê Kurdistanê 53 jin ji ber tundiya li nava malbatê û li qadên cuda yên civakê hatine kuştin.

Hate gotin, 6 salên dawî 374 jin hatine kuştin, 220 jin hatine birîndarkirin û destdirêjî li 50 jinan hatiye kirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku zêdebûna binpêkirina mafên jinan li Tirkiyeyê nîşan dide ku sîstema heyî ya hiqûqî nikare jinan biparêze.