Çewlig: Me bi Sarayan dest pê kir û bi Delalan em ber bi serfiraziyê ve dimeşin

Çewlig: Armanca me ya sereke ew e ku em azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin û her wiha Xweseriya Demokratîk ava bikin, hemû jin û civakê azad bikin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlik bersiv da pirsên nûçegihan Rûken Cemal..

Çewlig got, ‘’Bersiva herî mezin a ji bo dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ku digotin, ‘em ê gerîla biqedînin’ ji gerîla hat’ û domand, ‘’Bi Sarayan me dest pê kir, bi Bêritan û Zîlanan me artêşa jinê geş kir, bi Delalan em ber bi siberojên azad û serfiraziyê ve diçin.’’

Em rojên dawî yên sala 2017’an dijîn. Hûn çawa û bi kîjan armancan ketin sala 2017’an?

2017 berxwedanî û têkoşîneke dijwar li pey xwe hişt. Beriya her tiştî berxwedaniya Rêbertî ya li Imraliye slav dikim. Weke ku tê zanîn 2017’an gelek qedroyên me yên pêşeng û hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. Destpêkê, şehîd Nalîn, Hêlîn, Bedran, Gulnaz, Berçeman, di şexê fermandara me heval Delal Amed de hemû şehîdên têkoşînê bi hurmet bi bîr tînim.

2017 ji bo tevgera azadiyê û tevgera jinê bêgûman bû saleke girîng. Beriya ku em bikevin sala 2017’an rejîma Tirk konsepta êrîşa giştî da ber xwe. Rejîma Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê bi gotinên ku wê PKK’ê Nîsanê biqedînin ketin sala 2017’an. Ev gotin plansaziyên wan ên li ser Rêbertî, tevgera me û tevgerên demokratîk ên dî nîşan dida. Me jî ev plansaziyên tinekirinê û jinedîtî ve hatinê ya qirkirinê dît û wiha em ketin sala 2017’an. Niha bi pêşengiya Kurdan hemû gel li dijî pergala serwer li ber xwe didin, xwe rêxistinî dikin. Ji bo me tevgera PKK’ê tecrîda li ser Rêbertiya me û gelê me ji bo me sedemên esasî yên têkoşînê ne.

AKP’ê ev pêvajo ji bo xwe bi rengê pêvajoya manûnemanê nirxand. Di armanca AKP’ê de Rêbertî û tevgera me ya azadiyê hebû. Hebûna me tinebûna wan bû. Me gerîlayên Kurdistanê û YJA Starê talokeyên li ser Rêbertiya me û gelê me, me dît û bi helwesteke leşkerî û siyasî me da ber xwe ku van êrîşan bişkînin. Bêgumamn berpirsyariya tevgera me ya Apoyî gelek bû. AKP’ê jî bi hemû hêza xwe bi ser gerîlayên Kurdistanê û gelê me de hat. Me jî da ber xwe ku di di sala têkoşîna me ya 40’î de em qonaxa têkoşînê biparêzin, azadiya Rêbertiya xwe, gelê Kurd û mirovahiyê pêk bînin. Li dijî van planên faşîst, komployan me şerekî dîrokî kir. Me hêza YJA Starê li ser tecrûbeyên heyî me da ber  xwe ku dijmin bişikînin û ji bo gel bibin hêvî, me şêwaz û taktîkeke nû da ber xwe. Em  HPG û YJA Star li ser sê perspektîfên sereke em meşiyan. Yek jê partîbûn, gerîlatiya kêliyê û profesyoneltî. A ku îro bûyî sedem ku PKK têk neçe, mirov dikare bibêje haziriyên di sala 2017’an de bûn.

Vê salê gelek caran hate gotin em ê biqedînin, di Mijdarê de biqedînin. Bi vê ve girêdayî li ser Kurdistanê êrîşên giran hebûn. Li Şengalê, Rojava û her wiha li ser çiyayên Kurdistanê êrîş anîn. AKP vê salê rê û rêbazeke çawa da ber xwe? Êrîş hatin kîjan astê û bi kîjan rêbazan xwestin ku biqedînin?

Hêzên mêtinger par êrîş bi ser Şengalê, Rojava û Bakurê Kurdistanê de birin. Lê di nav çarçoweya ramanên Rêbertiya me de berxwedaniyên mezin çêbûn. Hêzeke mezin a gel jî heye. Bêgûman bi berxwedan û berdêlan ev hêz çêbû. Îro li herêmê şerê cîhanê yê sêyem heye û ev şer ne tenê li dijî DAÎŞ’ê ye. Kurd ji niha ve hêzeke berçav in û hemû dinya vê qebûl dike.

Li dijî vê çavnberiyeke mezin heye, hêzê mêtinger Kurdan ji bo xwe talokeyeke mezin dibînin. Wiha êrîşên xwe giran dikin. Kurd û jinên Kurd bi ti rengî van êrîşan qebûl nakin. Her cure nêzîkatiyên faşîst mirov dikare bibîne. Hikûmeta berdest pê li hiqûqa xwe jî kiriye. Hikûmeta berdest bi Rewşa Awarte û qanûnan dimeşe. Her kes girtin. Ji demokratan bigirin da bi azadîxwazan her kes girtin.

Qîma xwe bi van girtinan jî neanî û li zindanan zext li ser mirovan kirin. Ji medya bigirin ta bi zindanan dixwazin hemû baweriyan û ramanên azad hêsîr bikin. Hikûmeta AKP’ê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, çavnebarî li dijî destkeftiyên Rojava jî kir û êrîş bire ser               Qereçoxê. Her wiha Cerablûs, Idlîb û Bab dagir kiriye û niha dixwaze Efrînê jî dagir bike. Herî dawî bi Îranê re hevalbendî kir û êrîş bire ser qada Asosê. Hewl da ku Qadên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Mirov êrîşên faşîst ên AKP’ê dikare li her deverê bibîne, li zindan bi kincên yek reng jî êrîşên xwe didomîne û dixwaze hemû nirxên azadiyê têk bibe.

Hikûmeta AKP’ê ji hêla leşkerî û siyasî ve her cure rêbaz bi kar anî. Li gel ev qas êrîş pêk anîn jî polîtîkayên wê pûç bûn û bi ser neketin. Li Serhed, Botan, Amedê û li Qadên Parastinê yên Medyayê hemû hêza xwe şixuland. Lê PKK niha li cihe xwe ye, şer dike û li ber xwe dide. Li gel ev çend operasyon, şerê taybet jî ti mewziya gerîla vala nema. Em dikarin wiha bibêjin; AKP di êrîşên xwe yên giştî de bi ser neket, berovajî, talokeyeke mezin li ber e.