Çalakiyên YPS-JIN’ê yên li dijî faşîstan

Tîmên YPS-JIN’ê, 15’ê Tebaxê silav kir, çalakî li dijî faşîstan kir û peyama bihêzkirina berxwedana ji bo rêveberiya xweser hat dayîn.

Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çekwar Çûkûr û Şehîd Roza Botanê yên YPS-JIN’ê, bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî li dar xistin.

Tîma Tolhildanê yên Şehîd Çekdar Çûkûr a YPS-JIN’ê wiha got: “Serdema têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxê ya di çarçoveya têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo de dest pê bû, bi kelecana xwe ya roja ewilîn didome. Tîma Tolhildanê yên Bersivê ya Şehîd Çekwar Çûkûr a YPS-JIN’ê, bi armanca pîrozkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, şeva 12’ê Tebaxê li navçeya Bismil a Amedê saet di 01.30’î de bi fişekên hewayî li şaxekî marketên BÎM’ê xist.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “YPS wê BÎM û saziyên din ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bixe. Rejîma faşîst, bi kara ku ji saziyên wek BÎM’ê dike çekan distîne û pê li Kurdan dixe. Lewma gelê Kurdistanê divê li dijî sazî û dezgehên rejîma faşîst çalakiyan li dar bixe û berxwedana ji bo rêveberiya xweser bi hêz bike.’’

Tîma Tolhildanê yên Şehîd Roza Botan jî got: “Bi hişmendiya ku wê hebûna gelê Kurd bi şerê bi şoreşgerî yê gel pêk were, 14’ê Tebaxê li Taxa Seyrantepe navçeya Bismil a Amedê, saet di 21.00’an de li dijî depoya avê ya ku qeyûm dest daye ser çalakî li dar xistiye û 13’ê Tebaxê jî li navçeya Seyrantepe ya navçeya Bismilê ya Amedê saet di 23.00’an wan de çalakiya nivîsandina nivîsandina hatiye kirin.”