Çalakiyên piştgiriya bi grevan re dewam dike

Li bajarê Braûnschweîg a Elmanyayê bi armanca balê bikişînin ser tecrîd û grevên birçîbûnê konek hate vedan.

Bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li nqavenda bajarê Braûnschweîgê çalakiya kon hate kirin.

Çalakiya kon a ji aliyê komuna Şehîd Zozan Cûdî ve hate organîzekirin saet 16:00 heta 18:00’an li qada Kohlmarktê hate kirin dewam kir. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Çalakî wê sibe heman saetê destpê bike û bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe bîne.