Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Wanê dest pê kirin

TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê, bernameya xwe ya çalakiyan a ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade kiribûn, bi raya giştî re parve kirin. 8'ê Adarê wê li Parka Mûsa Anter bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê mîtînga fînalê pêk were.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin.

Civîn li avahiya HDP'ê ya bajêr pêk hat û Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Aynûr Tarhan, endama dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mûkaddes Karakoç, pêkhateyên TJA'yê yên Wanê û gelek jin tevlî civînê bûn.

Li gorî daxuyaniyê, plansaziya çalakiyên 8'ê Adarê yên li Wanê wiha ye:

* 2'ê Adarê li Erdîşê hevdîtina bi jinan re 
 
* 2'ê Adarê li Westanê bi jinan re hevdîtin 
 
* 3'ê Adarê li Elbakê bi jinan re hevdîtin 
 
* 3'ê Adarê li Ebexê (Çaldêran) hevdîtina bi jinan re 
 
* 4'ê Adarê li Payîzava, Serayê, Qelqelî û Bêgirê bi jinan re hevdîtin 
 
* 6'ê Adarê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Kolana Cumhuriyetê vekirina buroya hilbijartinê.
 
* 7'ê Adarê rapora qeyûman a jinan wê bê eşkerekirin  
 
* 8'ê Adarê bi beşdariyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan mitînga 8'ê Adarê