9 rêxistinên jinan piştevaniya xwe ji bo Hulya Alokmen nîşan dan

9 rêxistinên jinan destgîrkirin û bi 10 sal û 6 mehan cezakirina Hevseroka HDP'ê ya Amedê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hûn ne Hulya Alokmen û ne jî me jinan bi zext, destgîrkirin û girtinan nikarin çavtirsandî bikin.''

10 sal û 6 meh ceza li Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen hate birîn û bi çarçoweya vê biryarê hate destgîrkirin. Rêxistinên jinan biryara li ser Alokmen şermezar kirin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê, KCD'ê, Kogreya Civakên Demokratîk, DBP'ê, Rizgariya Jinan, Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Meclîsên Jinên Sosyalîst, Partiya Vejîna Sosyalîst û Jinên Kesk bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa li dijî têkoşîna jinên Kurd şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Desthilatdariyê duh bi cezayê girtîgehê yê li Hevseroka me ya bajêr a Amedê Hulya Alokmen careke dî dijminatiya xwe ya li jinan nîşan daye.''

Bi berdewamî hate diyarkirin Alokmen li ber zext û zordariyên dewletê bi paş ve gav neavêtiye, ji bo azadiya gelan û jinan siyaset kiriye û hate gotin, ''Lê tifaqa AKP-MHP de qey wê ji têkoşîna wê tirsiyabe careke dî Hulya Alokmen ku li dijî êrîşa li ber xwe daye, kirine hedef.''

Rêxistinên jinan bi berdewamî gotin, ''Em xweş pê dizanin ku ev êrîş êrîşên li ser jinan, destkeftiyên wan in, parçeyek ji polîtîkayên bi dijminatiya jinan û Kurdan in. Êrîş li ser xezta azadiya jinan a HDP'ê, li ser hevseroktiyê û rêgeza temsîliyeta wekhev e. Êrîş her wiha parçeyek ji polîtîkayên tolhildanê yên dijî têkoşîna azadiya Kurdan e. Lê êrîşên beleheq in!''

Rêxistinên jinan bi berdewamî diyar kirin ew ê dev ji heq û destkeftiyên xwe bernedin, hevseroktiyê û temsîliyeta wekhev li her deverê biparêzin.

Rêxistinan gotin, ''Em li dijî tifaqa mêr disekinin ku dixwazin bi zor  û kotekî jinan li malan asê bikin. Qad û meydan ên me ne. Hûn ê nikaribin Hulya Alokmen Uyanik û ne jî me jinan bi zext, destgîrkirin û girtinan çavtirsandî bikin. ''