8 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Agirî Kûbîlayê birîn

8 cal cezayê girtîgehê li Hevşeradara Agirî Mûkaddes Kûbîlay a girtî hate birîn.

Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û ji 27'ê Kanûna 2016'an ve di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, îro rûniştina  doza wê ya bi tawanbariyên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kirin" lê hatibû vekirin pêk hat.

‘SEGBÎS RED KIR, BEŞDARÎ RÛNIŞTINA DOZÊ NEBÛ’

Rûniştina dozê  li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Agiriyê pêk hat. Kûbîlayê beşdarbûyîna bi riya SEGBÎS'ê red kir û tev li Rrûniştina dozê. Kûbîlayê bi riya parêzerên xwe ragihand dadgehê ku ew SEGBÎS'ê baş nabîne û mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Ji ber vê Kûbîlay tev li danişînê nebû, tenê parêzerên wê tev li danişînê bûn.

'JI BO QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYÊ BÊ KIRIN DOZ HAT VEKIRIN'

Parêzeran di danişînê de muwekîla xwe parastin û tiştên muwekîla wan pê tê tawanbarkirin hemû fealiyetên partiya siyasî ne û divê daxuyaniyên û hevpeyvînên wê yên ji bo rojname û civînên çapemeniyê di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin. Parêzeran got lêpirsîn bi awayekî derhûqûqî hatiye kirin û ji bo qeyûm tayînî Şaredariya Agiriyê bê kirin doz hatiye vekirin û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.

8 SAL Û 6 MEH û 15 ROJA CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand û bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh û bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" jî sal û 15 roj cezayê girtîgehê li Kûbîlayê birî.

Parêzeran bertek nîşanî biryarê da û got ew ê îtiraz bikin.