8'ê Adarê reng û dengê biharê ye

"Bi ruhê berxwedana Rêber APO, em ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Rêber APO, roja 8'ê Adarê bîrdoziya jinên berxwedêr îlan kir û bi wî ruhî divê em dakevin qadên berxwedanê. Berxwedana jinan dikare faşîzma Erdogan û ya hevalbedê wî têk bibe."

Gerîlaya YJA- STAR  Zilan Cîlo, 8'ê Adarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd, li berxwedêrên li zindanan, jinên berxwedêr û jinên li gelemperiya cîhanê pîroz kir.

Cîlo got, "Roja 8'ê Adarê berxwedanê îfade dike. Roja ku jin neyên qetilkirin û asîmîlekirin nîne. Ji ber vê yekê divê her roj jin di nava berxwedanê de bin û li hemberî faşîzmê serî hildin. Di vê rojê de bîrdoziya jinên berxwedêr ji aliyê Rêber APO de hatiye îlankirin, ev roj ji bo jinan gelekî girîng e. Dema ku jin, xwe birêxistin bikin di wê demê de dikare li hemberî faşîzmê û dagirkeriyê jî bi ser bikevin. Rêxistinbûn rê li ber çi vedike? Hêza mirovan bi xwe derdixîne holê  û mirov dikare li hemberî dagirkeriyê şerê xwe yê hebûnê bide meşandin. Rêber APO bi ramanê xwe yên azad jinên berxwedêr û serhildêr derxist pêş li ser axa Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Rêber APO rastiya jinê bi jinê da nasîn. Berxwedana jinên Kurd niha bûye malê jinên cîhanê hemûyan."

BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ WÊ TECRÎDÊ TÊK BIBE

Cîlo di dewama axaftina xwe de got, "Divê em bi wesîleya rojê yekîtiya jinan hemûyan ava bikin. Em berxwedana hevrêyên di girtîgehan de pir bi wate dibînin. Hevrêyên di girtîgehan de her dayîm li hemberî dagirkeriyê serî hildane û berxwedana wane wê serketinê misoger bike. Em ji berxwedana gelê xwe jî hêzê digirin. Em dikarin bêjin ku dem dema berxwedan û têkoşînê ye. Ev tecrîta ku li ser Rêberê me û gelê em tê meşandin em qebûl nakin. Tecrîta ku li ser Rêber APO tê meşandin, di heman demê de li tevahiya jinan jî tê meşandin. Li hemberî faşîzma dewleta tirk û dagirkeriya Erdogan û hevalbedê wî wê her dayîm berxwedan hebe. Em ê bi berxwedana xwe Erdogan û hevalbendê wî têk bibin. Bi ruhê berxwedana 8'ê Adarê divê em Kurdistanê azad bikin."

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINAN E

Cîlo di dawiya axaftina xwe de got, "Divê berxwedana gelê me û ya jinên berxwedêr heya 21'ê Adarê berdewam bike û agirê azadiyê li tevahiya cîhanê bilind bikin. Herî zêde divê jinên ciwan li hemberî dagirkeriya serî rabikin. Roja ku jinên ciwan neyên qetilkirin, tacîzkirin nîne, divê li hemberî vê heşmendiyê serî rabikin û berê xwe bidin meydanê berxwedanê. Bangawaziya min ew ku hemû ciwanên azadîxwaz û berxwedêr li hemberî dagirkeriyê serî rabikin û xwedî li berxwedana Leya Guven û hevrêyên wê derbikevin."