BI DÎMEN

8’ê Adarê li Viyanayê hat pîrozkirin

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Avestayê ve hat organîzekirin, ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Nûnera Meclîsa Jinan a Avestayê ku di çalakiyê de axivî, 8’ê Adarê li tevahî mirovahiyê bi taybet li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Me îro di şexsê hevrê Sakîne Cansiz de hemû hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr anîn. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, erka me ye ku em vê pêvajoyê fêm bikin û li gorî wê têkoşînê bilind bikin.”

Çalakî bi kilamên Hozan Arîana, tîlîlî û gerandina govendê bi dawî bû.