71 saziyên jinan nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî dan

Duh li Amedê operasyonên qirkirinê siyasî li dijî saziyên jinan hatibû kirin. 71 saziyên jinan nerazîbûn nîşanî vê operasyonê dan.

Endamên Komeleya Jinan a Rosayê duh di operasyona qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin. 71 saziyên jinan ên li Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina jinan dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew piştgiriya jinan dikin û hate gotin ku “Ev sazî piştgiriyê dide jinên ku şîddet li ser wan heye. Di heman demê de kampanyayan bi rê ve dibin û çalakiyan li dar dixin. Em saziyên jinan tevî Komeleya Jinan a Rosayê em li dijî şîddeta li ser jinan têdikoşin. Pêdiviya jinan bi Komeleya Jinan a Rosayê heye. Divê ev kirinên ne hiqûqî yên li ser Komeleya Jinan a Rosayê were bidawîkirin. Divê ev hevalên me yên hatine destgîrkirin, werin berdan.”