6 girtiyên jin hatin sirgunkirin

6 girtiyên jin hatin sirgunkirin

Ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Erzîromê, 6 girtiyên jin sirgunî Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê hatin kirin.

Ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Erzîromê, 6 girtiyên jin sirgunî Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê hatin kirin. Girtiyên jin bi rêya faksê, ji TUHAYD-DER'ê Nûneriya Bazidê re ragihandin ku ew bêyî sedem bê nîşandan, hatine sirgunkirin. Nûnerê TUHAYD-DER ê Bazidê Mehmet Bozkûrt jî diyar kir ku polîtîkayên sirgunkirina girtiyan nayê qebûlkirin û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê biçe serî, divê hemû alî bi hestiyarî tevbigerin û bi hesas nêzî xetên sor bibin."

Li gorî agahiyan, girtiyên jin ên sirgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Baybûrtê hatin kirin ev in: Laleş Çelîker, Leyla Atabay, Songul Atabay, Ayten Tîkît, Yaprak Orûç û Şefîka Bînîcî.