2017’an 409 jin hatin kuştin, destdirêjî 387 zarokan hate kirin

Platforma Emê Qetilkirina Jinan Rawestînin a rapora 2017’an weşandin, hat diyarkirin ku di sala 2017’an de 409 jin hatine kuştin, destdirêjî 387 zarok û her wiha şideta zayendî jî li 332 jinan hatiye kirin.

Platforma Emê Qetilkirina Jinan Rawestînin, têkildarî qetilkirinên jinan rapora 2017’an eşkere kir. Di raporê de li gorî daneyên salên borî rêjeya qetilkirina jinan bal kişand.

Li gel eşekerekirina raporê di daxuyaniya hate dayîn de sala 2017’an bi taybet 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê jin daketibûn qadan, ji bo wê meha Mijdarê bû meha ku herî kêm jin têde hatine qetilkirin. Li aliyê din di meha Tîrmehê de jinan bi boneya ‘ Xwe tevlî cil û bergên min neke’ daketibûn qadan, ev meh jî bû yek ji wan mehê ku herî kêm jin têde hatin qetilkirin.

Li Stenbol a ku 57 jin lê hate qetilkirin bû bajarê herî zêde jin lê hatin qetilkirine, li Îzmîr 32, Li Antalya 25, Li Dîlok 15, Li Konya 12 jin hatin qetilkirin. Ji jinên ku hatin qetilkirin 88 jin ji ber biryarên di derbarê jiyana wê de, 30 jin jî ji ber di hev cudabûnê hatine qetilkirin; 134 mirinên bi guman, dîsa qetilkirina 110 jinan a ku nehate zelalkirin. Li aliyê din hate diyarkirin li gorî daneyên sala borî rêjeya qetilkirina jinan a bi guman zêde bûne. Di 332 bûyerên şideta zayendî yên li ser jianan hatine kirin jî ji wan 129 bûyer li nava jingehê civakî û li ber çavê civakê pêk hatiye û ji aliyê mêrên ku neyên naskirin ve hatiye kiriun bû yek ji mijara din a bal kişandinê. Li gorî mehan jî di meha Mijdarê ji 27’ê heta meha Tîrmehê mirina 28 jinan hate eşkerekirin, kuştina jinan di van mehande yek ji ber 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê û çalakiyên xwe tevlî cil û bergên min neke bûn.

Ji sedan 33’yê qetilkirina jinan nehate zanîn, ji seda 22 ji aliyê ‘hevjînê’ xwe ve hatin qetilkirin, ji sedan 13 de jî ji aliyê ‘xizim/nasê xwe ve’ hatine kuştin. Têkildarî bê ka ji ber çi jina hatiye qetilkirin jî ji sedê 29 bi guman in, ji sedî 28 hatine zelalkirin, ji sedî 21 jî ji ber biryarên jinê yên di derbarê jiyana xwe de girtîne ve hatine kuştin hatine îfadekirin. Ji jinan sedî 34 hevjîn, ji sedî 14 jî nehevjînîbûyî û ji sedî 49 jî sedemê wê nehatiye zelalkirin. Ji jinan ji sedî 4 bi çekan, ji sedî 21 jî bi amûrên tûj û birek hatine kuştin.

Li gorî rapora hate weşandin tevî her tiştî jinan têkoşîn kiriye, bi taybet jinên ciwan di asta jor de têkoşîn kirin û bûye xwedî girîngiyeke taybet. Di raporê de wiha hate gotin: “Li gorî sala borî, sala 2017’an qetilkirina jinan zêde bûye. Di nava vê salê de 409 jin hatin kuştin. Bi Rewşa Awarte û BHQ’ê de bi taybet bi êrîşên li ser gel re zêde bûyî, ev bi xwe re rêjeya qetilkirina jinan jî anî. Di meha Kanûnê de 45 jin hatin qetilkirin. Dîsa bi Rewşa Awarte re ji ber domandina polîtîkayên şer di qetilkirina jinan de asta hovîtiyê zêde bûye, bû sedem ku berpirsên qetilkirina jinan neyên diyarkirin. Dîsa di nava vê salê de rêjeya pevjînkirina zarokên keç ên di temenê biçûk de jî zêde bûye. Her wiha me salek li gel zêdebûna kuştina jin, destdirêjiya li ser zaroka û şideta jinê asta têkoşînê ya bilind li bey xwe hişt.”