12’ê Îlonê hate darvekirin, dewletê cenaze winda kir

Dayikên Şemiyê serpêhatiya Veysel Gunay ê 12’ê Îlonê hate bidarvekirin û cenazeyê wî hate windakirin, vegot.

Dayikên Şemiyê, di hefteya 794’emîn de çalakiya xwe ya pirsîna aqûbeta xizmên xwe, ji ber vîrûsa koronayê, li ser medya civakî li dar xistin û dengê xwe li bi weşana zindî dan bihîstin. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta Veysel Guney ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin û hê jî cihê gora wî nayê zanîn, pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê Birayê Guney Ayhan Guney axivî. Guney, diyar kir ku 39 sal di ser windakirina birayê wî re derbas dibe û wiha got: “Dayika min bi hesrata gora keke min jiyana xwe ji dest da. Dayika min digot, ‘Min resmê Veysel li çavên xwe xêz kiriye, navê wî li zimanê xwe nivîsandiye û gora wî li dilê xwe kola ye.’”

Piştî Guney parêzerê malbatê Ercan Kenar, derbarê dosyayê de axivî û agahî da. Kanar, diyar kir ku li ser hemû redkirinên serlêdanên wan ên hundurîn, dosyaya Guney birine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û ev tişt got: “Ji bo cezakirina faîlan deynê dewletê yê lêborîn xwestinê ji malbatan heye.”

Dayika Şemiyê Yeter Yucel, piştî parêzer Ercan Kanar axivî û çîroka windakirina Veysel Guney vegot. Yucel, diyar kir ku Guney di 28’ê kanûna 1980’yî de li Dîlokê bi serdegirtina malê hatiye binçavkirin û bi qanûneke taybet hatiye darvekirin û wiha got: “Malbata Guney bi salan ji bo dîtina gora kurê xwe têkoşiya. Lê li gel ve yekê jî gora kurê xwe nedît.”

Yucel, destnîşan kir ku darvekirin cînayet e û ev tişt anî ziman: “Windakirina cenaze sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em kesên ku qanûnên demê bin pê kirin û laşê wî dan windakirin nas dikin. Em edaletê dixwazin. Em bang li meqamên edlî û îdarî dikin ku dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bînin û pêvajoya pêkanîna edaletê bidin destpêkirin.”