1,5 sal ceza li Yuksekdag hate birîn

Bi îdîaya ku Erdogan 'kêm kiriye' 1 sal û 6 meh ceza li Fîhen Yuksekdag a rehîn hate birîn.

Hevseroka berê ya HDP'ê ya rehîn Fîgen  Yuksekdag dema ku hatî destgîrkirin, gotibû, ''Erdogan ê ku li ser rabirduya wî ya siyasî gelek guman hene''. Ji ber van gotinên Yuksekdag, bi îdîaya ku Serokkomarê Tirk 'kêm kiriye' ceza lê hate birîn.

Doz li Dadgeha Ceza yê Eslîye yê 13'an a Amedê hate dîtin. Yuksekdag bi rêya Peergala Deng û Dîtbariyê (SEGBÎS) tevlî danişînê nebû, li şûna wê parêzerên Yuksekdag hazir bûn.

Şandeya dadgehê 1 sal û 6 meh ceza li Yuksekdag birîn.

Parêzerê Yuksekdag diyar kirin ti têkiliya biryarê bi hiqûqê re tine û binpêkirina peymanên navnetewî ye.