Senatorê Fransî: Dixwazin serketina gel xesp bikin
Senatorê Fransî Pascal Savoldelli bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Dixwazin serketina gel xesp bikin.”
Senatorê Fransî Pascal Savoldelli bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Dixwazin serketina gel xesp bikin.”
Senatorê Fransî Pascal Savoldelli bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da. Senator Savoldelli li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek weşand. Savoldelli anî ziman ku Serokkomarê Tirk Erdogan hewl dide serketina gel xesp bike û bang li Fransayê kir ku li dijî vê rewşê bikevin nava tevgerê.
Peyama Savoldelli wiha ye:
“Li Tirkiyeyê Erdogan hewl dide demokrasiyê û serketina gelan xesp bike.
Piştî têkçûna wî ya di hilbijartinên xwecihî de, hikûmetê Abdullah Zeydan ê ku wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatibû hilbijartin ji peywîrê girt.
Divê Fransa bikeve dewrê.”