BI DÎMEN

Bi baweriya serketinê û bi ruhê tolhildanê şer kir

Ti sînor nas nekir. Nobeta axa xwe girtin û ji bo gelê xwe şer kirin. Şahan Amed her ku li qada cengê li ber xwe da, bi jiyanê re bû yek.

Her şopa ku gerîla li dû xwe dihêle dibe mijara efsaneyan, di dilê zarokên vê xakê de tê neqşandin û piştre ber bi dilê çiyayan ve dimeşe şervaneke din ê rûmetê. Yek ji wan şervanan jî Şahan Amed e. Soz da ku gelê xwe ji êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker biparêze û li qada cengê bi hesab pirsîneke dîrokî serkeftinê tacîdar bike.

Şahan Amed (Nûrûllah Tûnç) hê di zarokatiya xwe de hilkişiya ser sûrên Amedê û li herikîna esil a Dîcleyê temaşe kir. Û gava li çiyayên li pişt xwe dinêre, cihê lêgera xwe dibîne. Di zarokatiya xwe de bi êrîşên û heqaretên ên polîsên Tirk ên faşîst re rû bi rû mabû. Dema ket zindanên dewleta Tirk a dagirker, baweriya jiyanê ya Kemalan û Mazlûman di şaneyên xwe de hîs kir û soz da ku çi dibe bila bibe, dê mîna Mazlûman li ber xwe bide û dijmin qehr bike.

Ji zarokatiya xwe ve fêm kir ku jiyana ku ji aliyê pergalê ve hatiye ferzkirin tê wateya dagirkirina ruh û dilê wî. Pêşî bi redkirina tiştên heyî dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê kir. Dema ku wî ev biryar girtibû, wî dengê ava Dîcleyê ya bêdeng diherikî bihîst û bayê ji çiyayên Andok ên serhildêr hîs kir. Her ku wî xweza û gerdûnê hîs dikir, fêm kir ku ew bi hêztir dibe. Şahan di erîfeya gihîştina heqîqet, bedewî û cewhera xwe de bi kelecanek mezin derket rê.

JIYANEKE LI GORÎ KEVNEŞOPIYA BERXWEDANA PKK’Ê HILBIJARTIN

Ew di sala 2018’an de di têkoşîna azadiya gel de bû gerîlayekî bi biryar. Li hemberî hemû êrîşên faşîst serî netewand, bêzar nebû û xwe gihand çiyayên azad. Şahan jî mîna Nûman, Devrîm û Leyla ku li dilê Amedê mezin bû, soza ku wê bi jiyan û şerê xwe dîrokê binivîsîne, da. Li ser vê bingehê bû yek ji gerîlayên ku bersiva herî bi bandor da êrîşên dagirkeriyê yên li Heftanînê dabûn destpêkirin. Çawa ku berxwedan li Heftanînê tê, berxwedan jiyane herî zêde li gorî Şahan bû. Bi armanca jiyana azad a di nava civaka PKK’ê de li gorî kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê bê rawestan pêş ve çû. Ji Heftanînê heta Metîna ji bo mezin bifikire û xwe bigihîne kesayetiyeke çalakger a bibandor hewldaneke bêhempa da. Di nirxandineke xwe de got, "Dibe ku em di vê rêya pîroz de şehîd bibin, lê îdeolojiya me ji holê ranabe." Dizanibû ku bi jiyana li gorî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd wê serkeftinê bi dest bixe.

TI SÎNOR NAS NEKIR

Ji bo ku bigihîje jiyaneke fedaiyane meşek bê navber meşiya. Bi hevrêyên xwe re di armanceke hevpar de soza bidestxistina jiyana azad da. Şahan ê ku ji Heftanînê heta Metîna hemû bibû hevparê sirên çiyayan, bawer dikir ku di nava şer de bûna wê serkeftinê bi xwe re bîne. Her ku bedewiya çiyayan di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir, ewqas gihîşt wateya jiyanê.

Şahan yek ji wan kesên ku baş dizanibû şoreşgerî gîrêdana armancêye û di oxira wê de şer kirine. Ji ber vê yekê bi hişmendiya ku PKK tevgereke tolhildanê ye, dizanibû ku bi hilanîna tola êş û azarên gel ji dijmin wê bigihêje armanca xwe. Weke gerîlayekî bê sînor, sira çiyayan parve dikir û gavekê jî nêzî xeyalên xwe dibû.

Gerîlayekî bi hezkirina jiyanê tijî bû; weke Kemal Pîr... Girêdana jiyan wî bi têkoşînê ve jî girêdida. Li herêmên Heftanîn û Metîna li dijî dagirkeran beşdarî pêngavên şoreşgerî bû.

KÊLIYEKÊ JI NESEKINÎ Û TAWÎZ NEDA

Şoreşgerî dihat wateya ku mirov di her kêliyê de nûbûniyê biafirîne û rastiya gerdûnê di nava xwe de hîs bike. Şahan jî agirê têkoşîna azadiyê di hemû hebûna xwe de hîs kir û bi vê hişmendiyê di şerên herî dijwar de weke pêşeng cih girt. Gerîlayek bû ku li çeperên şer ên cengê fêrî wateya peyva “şervan” bû. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji Heftanînê heta Metîna bê navber li ber xwe da. Soz da ku rê nede dagirker derbasî axa Kurdistanê bibin. Ji ber vê yekê 24 saetan nobedariya axa pîroz kir û li hemberî dagirkeran helwesteke bi rûmet nîşan da. Carnan birçî dibû, carna tî dibû, carna jî bê xew dibû, lê ji rêgezên xwe yên şoreşgerî kêliyekê jî tawîz nedida.

Dema ku di operasyona Cenga Xabûrê de cih girt di nirxandineke xwe de israra xwe ya di têkoşînê de bi van gotinan anîbû ziman: “Berxwedana gerîla ya ku ji Zagrosan heta Metîna didome, têkçûneke mezin bi dijmin da jiyîn. Dijmin bi teknîka destê xwe şer dike û leşkerên bi pere û çeteyên xwe dişîne qada şer û difikire ku wê bi ser keve. Lê di qada şer de ya rast hêza têkneçûyî ya gerîlayan e û çalakiyên serkeftî ye. Faşîzma AKP-MHP'ê hewl dide bi derewan rastiya şer veşêre. Lê wê ti carî nikaribe heqîqetê veşêre."

Bi bawerî û dilsoziyeke bêdawî, dema ku li herêma Metîna li dagirkeran xist û tola gelê xwe hilanî, bi hêztir bû. Bi qasî serkêşê govenda berxwedanê ye bi coş bû. Ev kêfxweşî watedayîna jiyana ciwanî û bûyîna gerîlayekî çalakger bû. Şahan di 8’ê Nîsana 2024’an de beşdarî destana bi heybet a berxwedanê ya Zendûra û tevlî berxwedana Girê Hekarî ya veguherî keleha berxwedanê ya têkneçûyî dibû û bi govenda azadiyê ya hevrêyên xwe yên fedaî re bû yek. Baweriya serketina Tevgera Azadiyê, ji gelê xwe û hevrêyên xwe re hişt.