Li Torontoyê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, hate pîrozkirin.

ROJA KARKERÊN CÎHANÊ

Li Kanadayê Kurdistaniyan deng veda pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ku bi pêşengiya kedkar û bindestan hate lidarxistin.

Di meşa 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ya ku bi pêşengiya rêxistinên sendîka û koçberan li bajarê Toronto yê Kanadayê hat lidarxistin de, partî û rêxistinên 4 parçeyên Kurdistanê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” cihê xwe di kortejan de girtin û diyar kirin ku hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dikarin bi sîstema Konfederalîzma Demokratîk çareser bibe.

Meş ji aliyê gelek sendîka û rêxistinên koçberan ve hate organîzekirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, gelek partiyên siyasî, saziyên çep-sosyalîst, rêxistinên ekolojiyê, saziyên jinan, komeleyên koçber û penaberan beşdarî meşê bûn.

Meşa îsal a 1'ê Gulanê ku Kurdistanî û Filistîniyan mohra xwe lê xist, li Meydana Nathan Phillips a Torontoyê destpê kir. Di meşê de bal hat kişandina ser Şerê li Filistîn, Kurdistan û Ûkraynayê.

Kurdistaniyan ji bilî rojeva sereke, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê jî. Bi broşurên ku amade kiribûn xebatên girseyî hatin pêkanîn.